Li Başûr artêşa Tirk nikare dîq jî bike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên 6’ê Gulanê agahî dan. HPG´ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de” gerîlayan 6’ê Gulanê saet 07:30’î, bi çalakiyeke li dijî artêşa Tirk a dagirker li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, derbên giran li çeper û konên eskeran xistine. HPG´ê got, hejmara eskerên di çalakiyê de kuştî û birîndarkirî nehatiye zelalkirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Hêzên me saet 09:40’î li artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlikanê yê li Başûrê Kurdistanê xist. Derb li hemû kozikên li ser gir hatin xistin, lê hejmara eskerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin.
Saet 17:45’an, hêzên me cara dudiyan li çeperên dijmin ên li ser girê Lêlikanê xist. Hejmara eskerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndarkirin, nehat zelalkirin. Bi şev jî bi helîkopterên Skorsky bi desteka helîkopterên Kobra eskerên kuştî û birîndar ji herêmê rakirin.” ANF/BEHDÎNAN