Li Başûrê Kurdistanê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê di roja 56’an de dewam dike. Doh çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniyekê ji aliyê koma 28’an ve dewr hate girtin.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, Muzeyen Guneş got; “Di pêvajoyeke wiha de hevdîtina bi Ocalan re gelekî girîng e. Em dixwazin tecrîd bi temamî bi dawî bibe, parêzer biçin Îmralî û bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me bidome.” Li aliyê din çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-nedorveger a Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 56’an de didome û rewşa tendûristiya wî jî her ku diçe xirab dibe.

Bi biryardarin hata dawî

Greva birçîbûnê ya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li Silêmaniyê di roja 33’an de bi koma 17’an didome. Endamên Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî çalakî dewr girt. Endamê Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî, Hoşyar Hemezêr li ser navê komê got; “Em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li dijî tecrîdkirina Rêber Apo şermezar dikin.” Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) û li Şengalê jî bi heman armancê çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN