Li Başûrê Kurdistanê her sal ji bo 8’ê Adarê Roja Jînan a Cihanê ji aliyê rêxistinên jinan û rêxistinên sivîl ve rêzeçalakî pêk tên. Wê îsal bi heman armancê li gelek navendan çalakî pêk werin. Li gorî bernameya hate niha hatiye eşkere kirin, cih û demên çalakiyan weke li jêr in:

Li bajarê Silêmaniyê 8’ê Adarê Rêxistina Çand û Huner festîvalekê li dar bixe. 7’ê Adarê Endamên Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)yên Hewlêrê û Kerkûkê biçin Wargeha Penabaran a Mexmûrê û 8’ê Adarê li wir pîroz bikin. Mitîngeke mezin wê 11’ê Adarê li Binarê Qendîlê were lidarxistin. Di 7’ê Adarê de Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê saet 10´an û 14’an wê konferansekê li Hola Tewarî Silêmaniyê li dar bixe. Mijara konferansê şideta li dijî jinan e. Li Silêmaniyê ji bo 8’ê Adarê, ji Emnesoreke heta Parka Azadî saet 10’an wê merasîmek were lidarxistin. Di 7’ê Adarê de saet 10.00’an wê bi pêşangehekê karê destan ên jinên li stargeha jinan li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê were pêşandan. Li bajarokê Kifrî 7’ê Adarê li Peymangeha Hunerên Bedew, pêşengahek tê vekirin. 8’ê Adarê li Talarî Hunerî ya Silêmaniyê ji bo Hunermend Hanî konserek tê organîzekirin ku dahata wê ji bo nexweşên penceşerê be.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ