Hikûmeta Başûrê Kurdistanê desteya nû a wezîran(kabîne) hate destnîşankirin. Li gorî daxuyaniya YNK û PDK’ê, Talabanî dibe Şêwirmendê Bilind yê Serokê Hikûmetê yê Karên Têkiliyên Derve û Civaka sivîl. Wezîrên din jî navê wan diyar bûn.

5 wezîrên PDK tên guhertin

Di kabîneya nû de PDK, 5 wezîrên xwe diguherîne. Lê YNK tenê du wezîrên xwe diguherîne. Li gori çavkaniyan wezîrên PDK’ê wiha ne: Wezîrê Navxweyî Lîwa Ezîz Weysî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî, Wezîrê Şaredarî û Tûrîzmê Dilşad Şehab, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Wezîrê Perwerdeyê Îsmet Xalid, Wezîrê Dadê Rojan Dizeyî û Wezîrê Çadiniyê Dr. Sîrwan Baban.

YNK wezîrên nû destnîşan kir
Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li ser mijara desteya wêzîran a nû, 1'ê Nîsanê li Hewlêrê civiya û biryara guhertina du wezîran girti. Civîn bi awayê konferansa bi dimen hat sazkirin û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî ji Bexda beşdar bû. Cîgirê Serokê Hikûmeta bê yê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed  lîsteya dawî ya wezîrên YNK’ê jî diyar kir.
Navê 7 wezîrên YNK’ê yên di desteya wezîran a nû de cîh digirin wiha ne: Wezîrê Pêşmergeyan Şêx Cafer Şêx Mistefa, Wezîrê Darayî û Aborî Bayîz Talabanî, Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Aram Mihemed (Mamosta Aram), Wezîrê Avakirinê Kameran Ehmed, Wezîrê Xwendina Bilind Elî Seîd, Wezîra Karûbarên Civakî Asos Necîb û Wezîrê Tendirûstiyê Dr. Rêkeft Hemereşîd.

Nûnerên partiyên din jî cîh digirin
Di nav hikûmeta Herêma Kurdistanê de tevî partiya PDK û YNK, Partiya Zahmetkêşanê Kurdistan û Partiya Sosyalistên Kurdistan jî cih digirin. Dîsa Lîstaya Tirkmen û Lîstaya Asûriyan jî bi yek weziran di nav desteya wezîran a nû de cihê xwe digirin.

HEWLÊR