Di hefta bihorî de wezareta pêşmerge a herêma Kurdistanê statistîka windahîya şerê pêşmerge li hemberî DAIŞê ragehad û li gorî agahîyan kû dan di dema Musilê hatîye dagirkirin û şunde 1000 pêşmerge şehîd ketîye. Bi hezaran jî birîndar bûne û zêdetir 100 pêşmerge dîl di destê DAIŞê de ne. Ev agahî teva li gorî daxûyanîyên fermî ne. A ne fermî, hejmar ji vê pir zêdetir in. Lê bi tek peyvek jî qala rola gerîlla nehat kirin.
Hin dîmen hene ku belavkirina wan dîmenan xizmeta gelê Kurd nake. Dema mirov li wan dimenan dinêrê, bawer nake kû rêvebirîyeke wiha bê berpirsiyar heye kû gel birêve dibe. Her kes dizanê û baş jî serwext e kû, eger Gerilla neba ne, wê DAIŞê di meha Îlona bihorî de Hewlêrê dagîr bike. Şingal, ji xwe ew tirajîye kû hîn xwin jê diherike jiya. Encama rêvebirîya bê berpirsiyar jî danî berçavan. Me ji bîrnekiriye û emê jibîrnakin kû hîn bi saya vî mêjîyê pûç û rizî, bi hezaran jinên Êzidîdi destê DAIŞê de ne û her roj gorên komî yên Êzîdîyan tên dîtin û vekirin.
Heman rêvebirîya bê berpirsiyar her roj gazincan dike, kû hêzên navneteweyî hêz û amûrên serbazî ji wan re naşînê û niha jî dixwazin bi fiîlî hêzên zemînî a Emerîka werê Kurdistanê. Lê dema hêzên PKK jî diçin bi hawara gel û dibine mertalê parastinê, dibine hêvî, bi sedan tohmetan rêz dikin. Dibêjin " PKK hatîye erdê Başur dagir bike, destdirêjî karûbarên me yê hûndûrîn dike, Başurê Kurdistan parçe dike ". Ev çerxa ragehandinê jî li ser kar ee û van agahiyên derew, rojane bi dehcaran dûbare dikin. Bi qûtê gel û pereyên petrolê vê çerxa derew dizîvirînin.
Mirov nizanê qey li Başurê Kurdistanê her tişt baş diçe, şev û roj eletrîk heye û her meh meaşê karmendan tê dayîn. Di jiyana civakî de ti pirsgirêk nîne û ti talûkeya DAIŞê nîne, her tişt gul û gulistan e. Tenê pirsgirêkek heye, ew jî hatina PKKe ya Başur e û wê başûr parçe bike. MÎna ku Başûr yekpare ye, serî li riyên wiha derew û teşqele didin. Li gorî agahîyan, Gerilla bi çek, xwarin û her tiştî xwe li Başurê Kurdistanê li hemberî DAIŞê şer dike. Ev rastî ji aliyê gel ve jî tê gotin. Tevî vê jî tevgera gerilla tê sinor kirin û rê nadin ji cihê xwe bilivin. Dema bi xwezin jî, destûr naye dayîn û ji ber kû koordîneyeke şer di asta Fermandarên Pêşmerge û Gerilla de nîne, windahîyan gerîlla hene, şehadeta dawî a Gerîlla Armanc Kurdo bû. Ev şehdaet ji encama bê koordînetiya şer çêbû. Di asta Pêşmerge û Gerlla de têkilî hene, lê dema dibe asta fermandarî, bersiva tû bangewaziyê nadin û ji bo avakirina mîkanîzmeyeke hevpar gavê navêjin. Dixwazin Gerîlla bê statûyeke fermî, mîna maşêna agir a vemiradinê bikarbînin. Li kû derê DAIŞê agir pêxist Gerîlla biçe wir. Lê di çapemeniyê de jî, li gorî xwe û bi awayekî dijminatî nûçeyên derew û asparagas li dijî gerila diweşînin.
Piştî daxûyana Murad Karayilan, di nava endamên desteya rêvebirîya PKK û tevayiya Tevgera Azadî de, ji bo gerila vekişîn, yan bimînin nîqaş dets pê kiriye. Balkêş e ku bi taybet medya Başûr ev mijar kire rojva xwe û nûçeyên ne rast weşandin. Pir şirove hatin kirin lê bi a min şirove herî kin û balkêş ev bû "eger HPG hêza Paratina Gel e divê li Başur be, lê eger HPG Hêza Paratina şirketên taybet in divê biçin, ji ber kû şirketên taybet naxwazin HPG li wir bimîne û em ji naxazin HPG van şirketan biparêze. Ji ber kû HPG hêza Parastina Gel e". Bi nêrîna min pêşwazîya gel li HPG û YJA-STAR peyameke vekirî ye û gel biryara xwe daye. Yên ku biyara xwe nadin hin partîyên kû di navberê de mane. Dşîtin û nêrîna PDK vekirîye. Bi nêrîna min divê tevgera Gorran û YNK nêrîna xwe zelal bikin. Li gorî peyama gel, ji Kakeyan bigirin heya bi Kurdên Feylî, ji Êzîdîyan bigirin heya bi pêkhatîyên cûda, bi taybet jin, PKKê li Başûr dixwazin.
A ku Birêz Karayilan got, şîyarîyek e ciddî ye û li gorî wê divê helwêstên ciddî werin nîşan dan. Bi hin rayedarên bê berpirsiyar be, Gerilla rojek berî rojekê wê vekişe. Divê neyê jibîrkirin kû pêşmerge, di şêwaza jîyan, şer û têkoşîna Gerîlla de, moral girtîye û ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû cihanê hatîye îspat kirin.
Bi nêrîna min tiştên di nava civakê de werê niqaşkirin bersiv dayîna çend pirsên girng in. Dema serokê herêma Kurdistan M. Barzanî çû civîna Munih, çima bi yek peyvê qala Gerîlla nekir? Eger nekir, çûna wî ya cem Gerîlla li Mexmûrê ji bo çi bû ? Çima heya niha hêzeke hevpar a Kurdistanî ne hatîye avakirin, sedem çi ne ? DAIŞ, xwe ji bo êrişe mezin li ser Kerkûk û Mexmûrê amade dike, hêzên Kurd çiqasî amade ne? Her roj bangewazîyan ji bo hêzên derve tên kirin, gelo ev bangewazî ne destwerdan e, lê hebûna hêzên Gerîlla çima destwerdan be ? Dema Urdûn sipasîya PYD kir û Îraqê sipasîya PKK kir, hûn weke hêzên Başurê Kurdistanê çima heya neha nikarin bi hev re tev bigerin, gelo tê çi watayê? Bi nêrîna min bersiv dayîna van pirsan, li gorêî rihê netewa demokratîk û pêdivîya demê ye. Reva ji bersiva van pirsan, reva ji berpirsyariya dîrokî ye.