
Rojnamevana Îranî Meryem Henîfî lêkolîneke taybet li ser jinên ji Îranê tên Başûrê Kurdistanê û dikevin nava şebekeyên laşfiroşiya jinan amade kiriye. Henîfî kopiyeke ji vê lêkolîna xwe ji RojNewsê re jî şandiye. Em jî li jêr ji naveroka raporê hin beşan parve dikin. Ji ber nebûna yasayek bi vî rengî kesên bi vî karî ve mijûl dibin, nayên cezakirin. Ji ber vê yekê jî herku diçe bazirganiya mirovan bi taybetî ya jinan li Herêma Kurdistanê zêde dibe. Di raporê de navên heyî ji ber ewlekariyê ne yên rast in û hatine guherandin.
Jinan ji Îranê tînin Hewlêrê
Sîrwan ev du sal in li Hewlêrê ye. Karê wî bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ye. Ew û dostên wî yên Îranî di mêhvaniyên şevane de hevdu dibînin, mêhvaniyên mêvan û muşteriyên din jî hene. Sîrwan dibêje: “Çend kolan li Hewlêrê hene ku şevê dibe cihê mêvaniyên şevane yên keçên Îranî, gelek ji wan ciwan in û li pey muşteriyan in.”
Bazirganiya seksê li başûrê Kurdistanê neqanûnî ye û sektorên fuhûşê li bajarê Hewlêrê bi awayekî neqanûnî vî karî dimeşînin.
‘15 rojan dema wan heyê’
Sîrwanê ku ezmûna wî ya têkîliyên cinsî bi wan re çêbûye û wiha dibêje: “Li vir muşteriyên van jinan gelek in. Divê 100 dolarî bidin. Ev buha girêdayî sedemên cuda diguhere. Wek mînak girêdayî temen û cihê kesê xwe difroşe . Ev buha ji bo mêrên ne Îranî ye û mêrên Îranî 30 heta 40 dolarî didin.”
Îraniyên tên başûrê Kurdistanê ji bo mayînê 15 roj dema wan heye. Lê ger kesek bixwaze bi demdirêjî bimîne, divê vegere Îranê û dema paseporta xwe dirêj bike. Kesên destûra kar jî digirin, girêdayî awayê karê xwe divê di navbera 6 mehan heta salekê de belgeya wan a rûniştinê hebe.
Zêdetirî kesên ku ji Îranê tên, 15 roj dema wan heye û piştî bi dawî dibe, vedigerin Îranê û careke din vedigerin herêma Kurdistanê. Derveyî van jinan, hinek jinên navbeynkar jî di karê ticaretê de çalak in û ji wan re ‘Xalet’ tê gotin.
‘Jinên fihûşê dikin ji sê koman pêk tê’
Mehbûbe 40 salî ye û ji bajarê Esfehanê yê Îranê ye ku yek ji van jinane ye, ew dibêje: “Sê komên me hene. Yek keçên ciwan in ku bi rêya Kurdên vir û tacirên Îranî ji Îranê tên. Li Hotêlên luks dimînin û bi hinek rayedaran re hatin û çûyîna wan heye û gelek pereyan digirin. Ger hûn zêde di karên wan de mudaxil bin, wê dawiya we nebaş be. Şîreta min ji we re zêde li pey wan nekevin. Ya duyemîn jinên ciwan û hinek din temenê wan jortir e ku ji aliyê kesên wek min ve têne vir. Ev jî du beş in, hinek yan Kurd in ku zêdetirî wan karê wan heye û ji aliyê hêzên asayîşê yan jî patronên xwe ve tên birêxistinkirin. Beşeke din jî ne Kurd in ku piraniya wan 15 rojan dikarin bimînin. Pereyên di nava 15 rojan de digrin, nêzî 3 hezar dolar e. Sêyem jî jinên temen mezin in ku piraniya wan xelkê vir in û bi karkerên Îranî û kesên rewşa wan ya aborî nebaş e re di nava peywendiyê de ne.”
‘Bê alîkariya wan kar nabe’
Mehbûbe behsa pirsgirêkên bazirganiya seksê li Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “… hikûmet ji bo van jinan astengiyê çêdike. Herçend hinek karmendên hikûmetê alîkarî jî dikin, bê alîkariya wan kar nabe.”
Rojîn jina 28 salî ye ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye, rûniştina wê ya salekê heye û nû dest bi vî karî kiriye. Rojîn wiha daxive: “Rojeke baş nebû, lê pereyek baş bû para min. Ji ber bekareta min 3 hezar dolar dan min. Piştî wê nêzî çend mehan bi wî kesî re peywendiyên min hebûn û her mehê meaş dida min. Bi demê re ez ketim nava vê bazarê. Niha mehê 3 hezar dolar pere werdigrim. Dixwazim demeke din biçim Amerîka û jiyanê ji nû ve li wir destpê bikim. ev der ji bo jiyana demdirêj ne baş e. Civakek e ku ti mafî nade jinan.”
Di vê bazirganiyê de komên din jî hene. Serokê encumena şofêrên xeta di navbera Omran-Hewlêrê, Mehmûd Çomanî di vê derbarê de dibêje, niha gelek jin ji bo karê laşfiroşiyê tên Herêma Kurdistanê: “Piştî ji sînor dikevin herêmê, şofêrên taksiyê jî wan dibe cihên ku bixwe dixwazin.”
Rola îstixbaratan
Zagros yek ji penaberên Kurd e ji rojhilatê Kurdistanê ye, îdîayên cidî dike: "Carinan jî ev kes dikevin nav pergala îstixbareta Herêma Kurdistanê.”
Em li ser mijarê bi Serokê komisyona jinan li parlemana Herêma Kurdistanê Êvar Îbrahîm re axivîn. Îbrahîm ragihand ku rewşeke bi vî rengî li başûrê Kurdistanê heye û ne tenê bazirganiya jinan ya mirovan pir zêde ye.
Êvar Îbrahîm diyar ku yasaya pêşîgirtina li bazirganiya mirovan li parlamentoya Iraqê heye, lê li herêma Kurdistanê yasayek bi vî rengî tineye û got: “Me wek komisyona Jinan û mafê mirovan raporek ji serokatiya parlemanê re pêşkêş kiriye. Ji bo mijara kirîn û firotina mirovan û bi taybet ya jinan, wek yasayekê were naskirin. Ji ber gelek bûyerên wek destavêtin, laşfiroşî û gurçikfirotinê hene, bi veşartî tên kirin.”
Berpirsê pêşîgirtina li şiddeta li dijî jinan li Hewlêrê Jîlemo Ebdullqadir jî li ser mijarê ji RojNewsê re axivî û got: “Ji ber ku tişteke fermî nîne, heta niha tiştek wisa nehatiye ber destê me. Ger dozên bi vî rengî werin ber destê me, em ê bişopînin.”
GELAWÊJ EWRÎN/ROJNEWS/SILÊMANÎ