Hêzên Herêma Kurdistana Federe li Ranyayê nûçegihanê Qenala NRT’ê Eyûp Elî kirin binçavan. Hêzên Asayîşê di dema binçavkirina Elî de dest danîn ser amûrên wî yên rojnamegeriyê.
Qenala NRT’ê derbarê binçavkirina nûçegihanê xwe de, aşkere kir ku nûçegihanê wan dema rêgirtina li tîma endezyarî ya Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) dişopand hatiye binçavkirin.
Hêjayî bi bîr xistinê ye; Hêzên Herêma Federe, 21’ê Tîrmehê li Balekayetî nûçegihanê ajansa ROJnews Zûbêr Biradostî û 21’ê Tebaxê jî, hêzên asayîşa Hewlêrê nûçegihanê ajansa ROJnewsê yê Hewlêrê Biryar Mihemed binçav kirin û heya niha dibin çavan de tên girtin.
ROJNEWS / SILÊMANÎ