Hefteya buhrî li herêma Soran a girêdayî Hewlêrê 4 bûyerên şewitîna jinan pêk hatin. Berpirsê Ragihandina Navenda Têkoşîna Şideta li ser Jinan a li Soran, Şêrwan Xalîd bal kişand ser zêdebûna bûyeran û got: “Di nava çend rojên buhrî de li sînorê herêma me 4 bûyerên xweşewitîna jinan pêk hatin. Yek li qezaya Çoman. Sêyên din jî li qezaya Soran bûn. Li ser herçar bûyeran jî lêkolîn hatiye kirin. Di 20’ê Sibatê de li Soran keçek bi navê (E.T.E.) ku şewitî, ji aliyê xizmên wê ve hat rakirina nexweşxaneyê. Piştî lêkolîna me derket holê ku ev keç xwendekar e û 17 salî ye, li qeza Soran dirûne. Li gor doktoran ji sedê 30‘ê bedena wê şewitî ye. Her wiha vê keçê têkildarî sedema şewata xwe jî li ser kesê doz nevekiriye.”
Kes dozê venake!
“Di 23’ê Sibatê de jinek din a binavê (T.F.E.) ya 20 salî xwe şewitand û rêjeya şewitîna bedena wê nehat zanîn. Di heman rojê de jin rakirin Nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê. Wê jî li ser kesî doz venekiriye. Her wiha li gor gotinên wê diyar dike dema gaz bi cilên wê de bûye û xwestiye tûpê pêbixe, agir berbûye wê. Di 24’ê Sibatê de jinek din ji ber şewatê hat rakirina Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Soran. Li gorî lêkolîna me navê wê (G.S.A.) ye û temenê wê 17 ye. Li gor gotinên wê ji ber agirê benzînê şewitiye. Li ser kesê doz venekiriye û rêjeya şewitîna wê jî ji aliyê me ve nehat zanîn.”
Jinek miriyê
Şêrwan Xalid diyar kir ku li qezaya Çoman a girêdayî Hewlêrê jinek zewicî ji ber şewatê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û wiha pêde çû; “3 ji van jinan saxin û tên tedawîkirin. Jinek jî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da. Di gelek ji van bûyeran de cihê gumanê heye. Lê em li gor îfadeyên wan jinan dixebitin. Ev jinane gelek caran ji eşkerebûna rastiyan ditirin. Her wiha krîza darayî bûye sedema pirsgirêkên civakî û zêdetirê van bûyeran jî bingeha xwe ji vê yekê digirin.”
Hêjay gotinê ye ku di meha Sibatê de 5 bûyerên şewitîna jinan rû dan. Li gor zanyariyên hatin girtin yek ji van jinan ku di destpêka meha Sibatê de hat şewitandin, der barê hevserê xwe de doz vekiribû.
ZAHÎR ÎBRAHÎM / ROJNEWS / SORAN