Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê bi serokatiya Nêçîrvan Barzaniya ku dema wê derbas bûye, biryar da mûçeyên serokwezîr, cîgirên serokwezîr, wezîrên hikûmetê bi rêjeya ji sedî %50 kêm bike. Hêjayî gotinê ye ku hefteya bihurî di civata navbera wezîrê Darayî "Payîz Talebanî" û wekîlê wezaretê de "Raşîd Tahir" de lidarket, biryar hate girtin ku xerckirinên hikûmetê bêne kêm kirin û terxandinin hin karmendên hikûmetê yên pileyên bilind bêne birîn. Wekîlê wezerata Darayî Reşîd Tahir ji aliyê xwe ve diyar ne kir, ka dê tirxankirin kîjan pileyên karmedên hikûmetê bêne birîn, lê diyar kir ku armanca wan ewe xercikirinên hikûmetê kêm bikin. Ji aliyekî din ve çavdêr dibêjin ji bo çareserkirina pirsa darayî ya navbera Hewlêr û Bexdadê de ye, divê di serî de firotina petrola qacax bête rewastandin, ta bi dadwerî dahteyên Êraqê li ser hemû gelê Êraqê bête parvekirin û balav kirin. Her wiha çavdêr dibêjin ne ji aqilaye ku pereyên gelê li ser pirojeyên nediyar ka çine bêne xercikirin û piştre li ser gel polîtîkaya kemberê girêdanê bête pêk anîn. Li dîsa em vê pirsê dikin: Ma gelo biryara kêmkirina xerckirinê endamên parlemana bê kar û Serokatiya Herêmê di nav xwe de digre yan na, lê ev kes ji vê yekê parastîne.
HEWLÊR