Firotina petrolê û danûstandinên aborî yên li Başûrê Kurdistanê di navbera Hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê de krîzeke nû vekir.  Berî niha serokê hikûmeta Iraqê Nûrî Malîkî dabû zanîn ku li gorî peymanên herema Kurdistan divê mijarên weke şîrketên petrolê û firotina petrolê, hebûna hêzên pêşmerge, deriyê sînoran û rewşa balafirgehan were çareserkirin. Piştî hatina Cîgirê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî, rewşa herêma Kurdistanê û tewanbariyên li ser hikûmeta nû kete qonaxeke nû.
Ji aliyê din ve Hikûmeta Navendî ya Iraq butçeya Herêma Federal a Kurdistanê ji sedî 2'yan kêm kir û ev rastî nerazîbûnan hat. Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Husên Şehristanî bi daxuyaniyekê da zanîn ku eger Herêma Federal a Kurdistanê derxistin û firotina petrolê wiha bidomîne, wê butçeya Herêma Kurdistanê nedin û bibirin.
Lîsteya Hevpeymana Kurdistanê li hemberî daxuyaniyên  Şehristanî ya li dijî Herêma Federala Kurdistanê dabû, nerazîbûna nîşan da. Li ser vê mijarê Parlamenterên kurd ên endamên Lîsteya Hevpeymana Kurdistanê li parlamena Iraqê, doh civînekê çapemeniyê lidarxistin.
Di cîvînê de li hemberî daxuyaniyên rayedarên Iraqê yên der barê Herêma Kurdistanê de dabûn nerazîbûn hate nîşandan û hat diyarkirin ku qutkirina butçeya Herêma Federal a Kurdistanê tê wateya îlankirina şer. Berdevkê Hevpeymanê Mueyed Teyîb di daxuyaniyê de wiha axivî: "Heke Şehristanî bûdçeya herêmê qut bike ev tê wateya şer û divê ew bi tenê vî şerî bike. Ji ber ku gelê Iraqê vê yekê naxwaze û li dijî vê siyasetê ye." Teyîb, bang li hikûmeta Bexdayê jî kir ku karekî wiha neke ku ev kar wê zirarê bide gelê kurd û gelê Iraqê. Teyîb diyarkir ku ew dikarin bi belgeyî jî nîşan bidin ku hinek rayedarên Bexdayê petrolê dişînin Îsraîlê.
Piştî Teyîb, endamê Desteya Petrol û Gazê ya Parlamena Iraqê, Ferhad Etroş jî bersiva daxuyaniyên Şehristanî da û got: "Daxuyaniyên Şehristanî vala ne û dixwaze bi van gotinan, kêmasiyên xwe veşêre."

 AZÎZ KOYLUOGLU-DÎHA/BEXDA