Li navçeya Soran ya Hewlêrê xwendekareke keç di mala xwe de bi kêrê hat kuştin. 

Pêr xwendekara bi navê Rojîn Sefer ya refa 9’ê  li mala  xwe ya li cadeya Kawe ya navçeya Soran a ser bi pêzgeha Hewlêrê hat kuştin.

Berdevkê Rêveberiya Têkoşîna li dijî şîdeta li hember jinan yê navçeya Soran Şêrwan Xalîd têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got: "Rojîn bi kêrê hatiye kuştin.  Cihê çar kêran di bedena wê de hene û yek jî li ser dilê wê ketiye."

Xalîd got: “Rojîn bi tenê Ii malê ye. Endamên malbetê çûne pêşwaziya cenazeyê xizmek xwe ku li Îranê jiyana xwe ji dest daye. Em bawerin ku ev bûyer ji derveyî xêzanê pêk hatiye. Heta niha têkildarî bûyerê ti kes nehatiye girtin û lêkolîn berdewam dike."


Li Silêmanî jî polîsek

Doh polîsek di mala xwe de li taxa Kurdistan ya bajarê Silêmaniyê daliqandî hate dîtin. Têkildarî bûyerê Rêveberiya Polîsan a Silêmaniyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku welatiyekî bi navê H.M.A yê rûniştvanê taxa Kurdistan ya bajarê Silêmaniyê di mala xwede daliqandî hatiye dîtin.

Li gorî lêkolînên destpêkê yên Polîsên Silêmaniyê ragihandine,  H.M.A xwe xeniqandiye lê, lêkolîn hîna jî didome.

Hêjayî gotinêye ku bûyerên kuştin û xwekuştinê mîna şewbekê her diçe li Başûrê Kurdistanê belav dibe û heya niha jî ti hewldaneke cidî ji bo rawestandina bûyerên kuştin û xwekuştinê pêşneketiye. Her wiha ev bûyer bi awayeke bê alî weke bûyerên civakî nayên lêkolîn kirin û gelek caran weke bûyerên psîkolojîk têne nirxandin. Piraniya caran jî sedema zêdebûna kuştin û xwekuştinan bi kûrbûna krîza aborî ve girê didin. Ji ber tehlîleke rast nayê kirin ev bûyer her diçe zêdetir dibe û berbelav dibe. 


 HEWLÊR-SILÊMANÎ