Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser destkeftiyên şoreşa Rojava awir zivirîn ser Kurdan. Di serî de Parlamentoya Herêma Kurdistanê, partî û rêxistinên herêmê hemû li dijî dagirkeriyê nerazîbûn nişan dan. Li Hewlêrê 14 partiyên Kurdan ji bo li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin li hev civiyan. Di civînê de Komîteya Hizba Şîûya Kurdistanê (Hizba Komunîsta Kurdistanê) ya Hewlêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştimanî, Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Bizûtneweyî Demokrat a Gelê Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê, Partiya Karker û Rencberên Kurdistanê, Xizba Bît Nehrîn, Bizutneweyî Demokratîk a Aşûrî, Hizba Komunîsta Kurdistanê û Rêxistina Kildanî û Aşûrî ya Hizba Şîûyî Kurdistanê amade bûn. Piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Komîteya Parêzgeha Hewlêrê ya Hizba Şûî Ehmed Şêrwanî ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Me biryar da roja Şemiyê (12 cotmeh) saet 10.00 aliyên beşdarî civînê bûne hemû, xwepêşandaneke girseyî Ii ber Nûnertiya Neteweyên yekbûyî li dar bixin. Herwiha wê pêkhateyên civînê li dijî dagirkeriyê daxwaznemeyekê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî û konsolxaneyên welatan ên li Herêma Kurdistanê bikin.
Parlamentoyê banga rawestandina şer kir
Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê fikarên xwe yên der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê de anî ziman û bang kir ku demildest êriş werin rawestandin û bi riya diyalogê pirsgirêk werin çareserkirin. Di daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin; “Rewşa herêmê hîn di qonaxeke hestyar û nacihgîr de ye. Hîn şerê li dijî çeteyan bi dawî nebûye û gelên herêmê nearamin. Bi nerîna me ev operasyon pirsgirêkan çareser nake, lê asoya çareserî û aştiyê dûrtir dike.
Daxwaz ji Civaka Navedewletî dikin, bi taybet Emerîka, Rusya, Berîtaniya û Frense, hêz û şiyanên xwe hemû bikar bînin ji bo rawestandina vê rewşa nexwestî û rê li pêşiyê bigirin û derfetên ji bo danûstandinên nû hewil bidin.
HEWLER