SEMÎRA ŞEHABÎ

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Aliyên peywendîdar û rêveberên kanalan nizanin rêzefilmên Kurdî di çi astê de ne. Ji bo xwe nakin xem. Dema ku desthilat li ser vê yekê ne hestyar be û girîngiyê pê nede, wê demê ev ê bibe sedema lewazî û bipaşketinê.

Derhêner, aktor û berpirsyarên rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê diyar dikin ku ji ber zêdebûna rêzefilmên biyanî û bi taybetî yên Tirkî li ser kanalên Kurdî, asta mayîna rêzefilmên Kurdî pirr kêm bûye.

Çand û rêzefilmên Kurdî weke dareke ji werzên payîzê lê hatiye. Berê her malbata Kurd li benda rêzefilmên Kurdî bû. Dema ku yek xilas dibû, malbatên Kurd bi xirûş li benda rêze filmeke din ya Kurdî diman. Bi taybetî di meha remezanê de Kurdan gelek temaşeyî rêze filmên Kurdî dikir. Lê niha tu rêzefilmeke nû ya Kurdî nayê weşandin. Derbarê vê mijarê de derhêner, aktor û berpirsyarên rewşenbîrî axivîn.

Rêzefilmên Tirk li civaka Kurd nayên

Yek ji aktorên Kurd bi navê Ebdulî Heme Ciwan ku li Başûrê Kurdistanê navdar e, got; “Demek hebû rêzefilm dihatin çêkirin. Lê ew jî nemaye. Divê dezgehên ragihandin û berpirsyarên rewşenbîriyê bi xwe giringiyê bidin vê yekê. Em nabêjin bila hîç girîngiyek ji bo rêzefilmên biyanî neyê dayîn. Lê divê sînorek hebe. Ji ber ku niha dest bi weşana rêzefilmên Tirkî hatiye kirin. Ev jî li gel çanda me nagunce. Civakê ber bi xirabbûnê ve dibe. Li ser doza Kurdan jî bandorê dike.”

 Kanal hizbî ne

Rêveberê rewşenbîrî yê Silêmaniyê, Babekir Direyî sedemê neweşandin yan jî çênekirina rêzefilmên Kurdî bi aboriyê ve girêda û got; “Di nava hunermendan de jî nivîskarên baş yan jî senarîstên baş nînin. Em di vî warî de li paş in. Televziyonên Kurdistanê, televziyonên hizbî ne. Ew jî zêdetir girîngiyê didin rêzefilmên biyanî. Ev jî kêmasiyeke mezin e. Di warê aborî de jî pere nayên dayîn.”

Yek kanalê rêzefilmên Tirk rawestandin

Direyî ji bo çareseriya vê yekê jî got; “Divê kar bibin karên taybet û ji hikûmetê dûr bin. Divê şirket bi xwe hewla çêkirina rêzefilmên Kurdî bidin. Me ji bo sekinandina rêzefilmên Tirkî hewl da. Lê ji bilî kanala Kurdsatê, ti kanala din a Kurdistanê rêzefilmên Tirkiyeyê nedan rawestandin. Em jî nikarin bi temamî bidin qedexekirin. Ji ber ku berhemên me bi xwe nînin û em jî nikarin li hember dewletên din bikevin nava pêşbirkê.”

Kanal û rêveber xema Kurdî naxwin

Derhênera jin a bi navê Gezîze Emerî berevajiyê rêveberê rewşenbîrî yê Silêmaniyê axivî û got; “Em daxwaz ji hemû berpirsên kanalan û aliyan dikin da ku xemxwar bin û nebêjin aktorên baş û senarîstên baş nînin. Kêmahiyên heyî, dibin sedema ziyangihandina hûnermend û temaşevanan. Êdî hûnermend welê hatine ku dema filmek çêdibe, naxwazin di nav de bin. Ev jî karesatek e.”

Emerî wekî din balkişand ser aliyên peywendîdar yên kanalan jî û got; “Aliyên peywendîdar û rêveberên kanalan nizanin rêzefilmên Kurdî di çi astê de ne. Ji bo xwe nakin xem. Dema ku desthilat li ser vê yekê ne hestyar be û girîngiyê pê nede, wê demê ev ê bibe sedema lewazî û bipaşketinê.”

Lijneyeke taybet pêwîst e

Emerî ji bo çareseriya vê pirsgirêkê jî got; “Çareseriya vê rewşê bi hûnermendan çênabe. Divê desthilat dest bavêjinê û aborî hebe. Televziyon ne di xema peyama rêzefilmên biyanî de ne, di xema demê de ne. Ev rêzefilm weke xwarinên bi jehr in û civakê dikujin.”

Gazîze Emerî got; “Em li ser vê mijarê li gel televziyonên Kurdî ji bo rêzefilmên Kurdî gelekî axivî. Lê nakin. Ji ber ku berê xwe dane bazirganiyê. Mixabin asta rêzefilmên Kurdî her ku diçe ber bi xirabbûyînê ve diçe. Mixabin hizbayetî ketiye nava hemû aliyan. Ji bo ku berhemeke baş derkeve, divê wezareta rewşenbîrî lijneyeke taybet ava bike.”

Di dawiyê de jî berpirsyarê beşa berhemanîna kanala Kurdmaxê Zahir Îbrahîm got; “Gelek girîngî bi rêzefilmên Tirkiyeyê tê dayîn. Dema ku hinek rêzefilmên Kurdî tên ji bo me, em ji ber lawaziya senaryoyê û kaliteya wan, nikarin biweşînin.”