Luqman Ehmê ku di heman demê de Kordînetorê Gitşî yê Partiya Kesk a Kurdistanê ye, li ser daxuyaniyên dawî yên Mesûd Barzanî got, “Kesê li parlamentoya xwe kar dide sekinandin û serokê parlamentoyê yê hatiye hilbijartin, diqewitîne, bila şîret û dersên li ser demokrasiyê nede me.”
Luqman Ehmed li ser axaftina Barzanî ku PYD û PKK´ê bi hev ve girêdide got, “Daxuyaniyeke wiha di rewşeke nazik de ku dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye, tê wateya ku ew çavên her kesî ji dagirkeran dûr bixe û tewanbariyan li aliyê din bike. Ev daxuyanî tê wateya ku dixwaze dagirkeriya Tirkiyeyê û topbarana wê ya erda Rojavayê Kuridstanê rewa bike. Kesên ku dagirkeriya Tirkiye û topbarana wê rewa bikin, ew ne li ser hemdê xwe ne.”
Li ser axaftina Barzanî ku dibêje, “PYD bi tena serê xwe li Rojava hukim dike” jî Kordînatorê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê got: “Li Rojava rewşeke pirr demokrat û bipêşketî heye. Partiyên heyî eger di hundirê Rêveberiya Xweser an jî li derveyî wê di çarçoveya qanûnê de karê xwe dikin. Partiyên ku hê rûxsetên xwe nestendine jî hê karê xwe dewam dikin.”
Barzanî tenê dijberiya Rojava dike
Luqman Ehmê li ser îdiyaya Barzanî ku dibêje “Eger partiyên Rojava bibin yek, ez ê alîkariyê bidin wan” diyar kir ku di navbera partiyên Rojava de ti parçebûyîn tune ye, lê hin partiyên tevî şoreşê têdikoşin hene û hin partiyên dijberî şoreşê hene ku piştgiriya xwe ji Barzanî digrin.”
Ehmê anî ziman ku Barzanî çarenûsa xwe bi hikûmeta AKP’ê ve girêdaye û di nava partiyên Kurdistanê de tenê ew dijberiya şoreşa Rojava dike.
EKREM BEREKAT / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN