
Pêşkêşvanê bernameya “Seyrul Sefer” ê televîzyona KurdSat Tv yê pêr li Hewlêrê hate kuştin. Li gorî çavkaniyan Saqizî pêr bi şev li Hewlêrê li restoranta xwe ji aliyê kesên nasnameya wan nehate zelalkirin, bi çekê hate kuştin.
Têkildarî mirina Saqizî agahiyên zelal nehatin bidestxistin û Berpirsê Polîsan ê Hewlêrê Ebdulwadir Telet diyar kir ku Saqizî ji ber deynan xwe kuştiye. Lê rêveberiya KurdSatê daxuyaniyek belav kir û got: “Di mirina pêşkêşvanî de, hin tiştên tarî hene”.
Xeta Duhok, Zaxo û Hewlêrê ya ku PDK lê serdest e, pêkutiya li ser rojnamevanan her dem tê rojevê. Di 13’ê Tebaxa 2016’an de nûçegîhanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî û di 2’ê Cotmeha 2016’an de nûçegîhanê KNN’ê Şûkrî Zeynedîn li Duhokê hatibûn revandin û bi êşkenceyê hatibûn qetilkirin.
HEWLÊR