FIRIŞTE MIHEMED / SILÊMANÎ / ROJNEWS

Serjimara Herêma Kurdistanê zêdetirî 5 milyon mirovî ye, lê li Herêma Kurdistanê tenê 4 salonên sînemayê hene. Berpirsên salonên sînemayê diyar kir ku hinek caran tenê kesek tê temaşeyî filmekê dike, hinek caran jî ji ber nebûna bîneran film nayên nîşandan. Sînemakarekî jî got; “sînemaya Kurdî di asteke gelek xirab de ye.”

Li Herêma Kurdistanê yekem filma sînemayî sala 1990’an bi navê Nêrgiz Bûka Kurdistan hat çêkirin. Yanî li Herêma Kurdistan ev 30 sal in film têne çêkirin. Lê hîna salonên sînemayan vala tên dîtin. Sînemaya Kurdî nekariye bînerekî zêde li xwe kom bike.

Tenê 4 salonên sînemayê hene

Li gorî lêkolînên Rojnewsê, li Başûrê Kurdistanê tenê 4 salonên sînemayê hene ku mercên nîşandana filman tê de hebin. Çend salonên piçûk hene ku car caran film di wan de têne nîşandan lê ne guncaw in ji bo salonên sînemayê. Ji bilî wê jî heta niha li parêzgeha Helebce ti salona sînemayê nehatiye avakirin. Di nava salonên sînemayê de jî bi qasî ku girîngî bi filmên biyanî tê dayîn, ewqasî girîngî bi filmên Kurdî nayê dayîn.

Carinan yek kes

Salona Sînemayê ya Salim di sala 2016’an de hatiye vekirin. Rojane film bi dirûşma ‘Temaşekirina film li Sînemayê tiştekî cuda ye’ film tên nîşandan. Lê dema ku me serdana vê salona sînemayê kir, me dît ku di salona 375 kursiyî de tenê 4 kes rûniştine. Ji ber ku bînerên filman kêm in û gelek rojan jî film nayên nîşandan. Hinek caran jî tenê kesek di salonê de temaşeyî filmê dike.

Serê şeş mehan yek filma Kurdî

Yek ji karmendên Sînemaya Salim, Lawik Ebûbekir got; “Rojane 4 heta 5 caran film li salonê tê nîşandan. Lê pirraniya caran, tenê pênc kes temaşeyî filmê dikin. Gelek rojan jî tenê kesek hatiye salonê û temaşeyî filmekê kiriye. Ev jî di demekê de ye ku nirxê her bilêtekê 5 ta 10 hezar dînarî ye.”

Lawik Ebûbekir di dewamê de destnîşan kir ku çar heta şeş mehan carekê filmeke Kurdî tê nîşandan, sedema wê jî bînerên filmên biyanî zêdetir in ji bînerên filmên Kurdî.

Li gorî berpirsên Sînemaya Salim, herî dawî filma Kurdî ku hate nîşandan filma 14’ê Tîrmehê bû. Zêdetirî hezar û 500 kesan temaşeyî vê filmê kir. Berpirsan diyar kir ku heta niha ev film yê herî zêde hatî temaşekirin e di nava yên bi Kurdî de.

Bextiyar Ebdulrehman ev 11 sal in di warê film û sînemayê de kar dike, li gorî wî, niha sînemaya Kurdî di astekî gelek xirab de ye. Bextiyar Ebdulrehman got; “Me film nîne, ji ber wê tiştek bi navê sînemaya Kurdî tineye. Niha jî tenê hewildanên ber bi pêşxistinê ve hene.”