Derhêner û pisporên sînemayê li Başûrê Kurdistanê hemfikr in ku nebûna perspektîfa siyasî ya hikûmetê, pêşiyê li bipêşketina vî hunerî digire. Ew difikirin ku sînemaya Kurdî dîsa jî bi pêş ketiye, nexasim nîşandana rêzefilmên biyanî û nebûna teşwîqa madî ji bo sînemaya Kurdî, rexne dikin.
SAZGAR EHMED / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Derhênerên Başûrê Kurdistanê diyar kir ku sedema sereke ya lawaziya sînemaya li Başûr, nebûna bûdceyeke taybet a ji bo sinemayê ye. Wan wekî din got, rêzefilmên biyanî bandorê li ser hunerê Kurdî dikin, ji bo vê pêwîst e ku hikûmet giringiyê bide bi rêze filmên Kurdî û di dibistanan de jî weke pêwîst, zarok fêrî çûyîna sînemayê bên kirin.
Piştî raperîna sala 1991’an li Başûrê Kurdistanê hinek rêze film hatin çêkirin û weşandin. Piştî raperînê 66 kurte film û 6 film hatin çêkirin. Li ser sedemên lawaziya sînemageriyê ya li Herêma Kurdistanê, derhênerên Başûrê Kurdistanê axivîn.
Derhêner Hewraz Mihemed di destpêkê de bal kişand ser çêkirina filman li Başûrê Kurdistanê û got; “Li Başûrê Kurdistanê filmçêkirin nû ye û piştî raperînê dest pê kiriye. Her çendî nû be jî kariye pêşketineke baş bi xwe re bîne û derhêner bi filmên xwe beşdarî festîvalan bibin. Lê li gorî welatên cihanê sînemageriya Kurdî hejar e. Ji bo filmçêkirinê hûner, pîşesazî û aborî li Herêma Kurdistan kêm in. Wek pêwîst berhemên teknîkî li ber destê me nînin. Zêdetirî xwe, li Başûrê Kurdistanê kurte film tên çêkirin, ji bo vê, tenê di festîvalan de tên nîşandan.”
Meydana huner ji guran re maye
Derhêner Hawraz li ser nîşandana rêze filmên biyanî jî got; “Ev bandorê li ser çanda Kurdî dike. Bi taybet Îran û Tirkiye dixwazin bi van rêzefilman kar li ser çanda Başûrê Kurdistanê bikin. Herwiha nîşandana van filman bandorê li temaşevanên Kurd jî kiriye. Yanî, li Başûr hewldan ji bo girîngîdayîna bi filmên Kurdî nîne.”
Sînema nebûye çandek
Herçî gihandina xelkê ji bo sektorê yem beşê derhêneriya filman sala 2012’an li bajarê Silêmaniyê hat vekirin. Bi giştî qederê 200 xwendekarî di wî beşî de dixwînin. Lê ev beş weke pêwîst nikare pêşwaziya xwendekaran bike û rêze film werin çêkirin. Li ser mijarê serokê beşê, Dr Dilşad pêşketina teknolojiyê weke sedemeke girîng nîşan da û got; “Li welatên din teknolojî bi pêş ketiye, lê dîsa diçin li sînemayan li filman temaşe dikin. Lê heta niha li Herêma Kurdistan çûyîna sînemayê ne bûye çandek.
Dr. Dilşdad
Dr. Dilşdad di dewamê de got, ew hewl didin li dibistanên seretayî zarokan fêrî çûyîna sînemayê bikin.
Rexneya sereke ya Dr. Dilşad li hikûmetê jî digire wiha ye: “Ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyek taybet ji bo sînemayê diyar nekiriye, film kêm tên çêkirin. Erka hikûmetê ye, divê beşek ji budce û pêdawistiyan ji bo sînemayê bê veqetandin.”
Budce pirsgirêka sereke ye
Kawa Qadir
Yek ji rêveberê Hunerê Sînemaya Silêmaniyê, Kawa Qadir jî behsa astengiyan dike û dibêje; “Niha ti budceyek ji bo sînema û rêveberiya me nayê dayîn, ev jî bûye sedem ku em nekarin weke pêwîst kar bikin. Me hertim alîkariya derhênerên bajarê Silêmaniyê kir.”
Sînemaya Salim yek ji cihên sînemaya bajarê Silêmaniyê ye û sala 2016’an hatiye avakirin. Rojane li vê derê li filman tê temaşekirin, lê her roj 10 kes naçin temaşeya filman. Ev jî rêjeyekî gelek kêm e. Li gorî rayedarên sînemayê, tenê gava filmên Kurdî tên nîşandan xelk diçe sînemayê.