Hûqûqzanê Kurd M. Salih Amêdî di semînera li Civata Rewşenbîrên Azad ên Berlînê de li ser rewşa krîza aborî ya li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir. Amêdî di gotara xwe de destnîşan kir ku krîza wek aborî tê pênasekirin di rastiyê de krîzeke siyasî ye. Li Başûr parlamento hatiye betalkirin, qanûn dernakevin, desthilatî di destê komekê de ye û mirov dikare pergala herêmê wek pergaleke olîgarşîk pênase bike.
Hûqûqzanê Kurd M. Salih Amêdî di gotara xwe ya li ser rewşa krîza aborî ya li herêma başûrê Kurdistanê de got, li gel hinde warîdat û dewlemendiyan jî gel di nav tengasî û hejariyeke dijwar de ye. Hûqûqzan Amêdî wek sedemên bingehîn a krîzê jî îşaret bi van xalan kir: “Kurdistan xakeke gelekî dewlemend e, piştî çûyîna Saddam û ji sala 2003 an ve ev statûya ewle ya bi dest Kurdan ketî, warîdatên me ne tenê ji neftê an jî yên ji Bexdayê dihatin, me gelek warîdat hebûn, Kurdistan bûbû sentraleke tîcarî, siyasî wisa jî navendeke gelekî girîng li tevahiya herêmê. Bi hezaran şîrketên ecnebî li wir razemenî kirin. Li aliyê din jî Kurdistan bû navenda dîplomasî û siyaseta navneteweyî. Li gel van xalên girîng û sûdewer ku gelek ji wan razemeniyan jî me hay jê nîne ka çawa tên û çawa diçin, wek mînak; babeta çîmentoyê yek ji babetên nediyar e. Pergala qaçaxiyê ya di navbera Îran û Tirkan de ji berê bêtir e, hatin û boçûnên herêmê ji gel re ne vekirî ne. Lê ya herî diyar û zelal ev e ku her gav jî xelkê Kurdistanê jar e, feqîr e.”
Krîz siyasî ye ne aborî ye
Hûqûqzan Amêdî krîzê jî bi sedem û arîşeyên siyasî ve girêdide û neyekbûna partiyên siyasî wek sedema sereke nîşan dide. Amêdî got, “Li gorî min krîza niha ya ku wek krîza aboriyê têt binavkirin di rastiyê de siyasî ye. Min berê jî anîbû ziman ku gava herdu partiyên me li hev kirin, hatin cem hev, li gel Bexdayê rûniştin, wisa jî bi partî û rêxiravên din yên Kurd re jî îtifaq kirin, me gelek sûd jê wergirt. Her dema ku gelê Kurd hevdu bigire, yekîtiya xwe saz bike dê gelek serketinan bi dest bixe û berevajî vê bike her dema ku em parçe bin û ne yek bin bidestxistina serketinan jî hinde dijwar û bêîmkan dibe. Ev berhemên aborî ku me li gel Bexdayê bi dest xistin jî, sedema sereke yekîtiya gelê Kurdistanê bû, yekîtiya projeyên herdu hizban bû ku li gel hev çûne Bexdayê. Mixabin niha ev jî faşil e.
Kî dize kî ne diz e
Amêdî li ser babeta tespîtkirina kesên nelirê û gendel jî wiha axivî: “Babeta warîdatan, ka kî didize an jî kî nadize ev ne karê îsal e, gelekî wazih e. Em di nav rewşeke wisa de ne ku hemû didizin.” Gendelî ev e, milyonek û çarsed hezar muwaseme heye, ev li Amerîka 800 hezar e. Lê mixabin yên ji sala 2003´an ve desthilatî kirin, wisa xerab kirine ku êdî naşên rakin. Nizanin çawa çareser bikin; meaş e, bête birrîn wê xwelî li serê xwe bikin, hevsengiya di navbera herdu hizban de jî ne ya destdanê ye, bi kinahî krîzeke mezin e.”
Çarserî çi ye?
Amêdî da zanîn ku di sala 2010 an de wî hin analîz li ser rewşa aborî ya herêmê kiribûn, û got, “Mixabin niha ji wê demê jî xerabtir e, têkçûyî ye. Qet nebe beriya niha me parlamenek hebû, hind biryar û qanûn dianîne der. Niha ti tiştek nîne, bi tenê biryarên siyasî derdikevin. Eger mirov navekî li pergala Başûr bike; navê herî guncan olîgarşî ye ku hindek an jî beşeke piçûk ji mirov an jî malbatan desthilatiyê li ser piraniya gel pêk tînin, ev jî ji bo civakê gelekî xeter e.”
Amêdî yek ji sedemê girîng yên pêşneketina herêmê jî bi pêknehatina şoreşeke civakî ve girêda û got: “Şoreş ew e ku tu di civakê de guherandinên bingehîn pêk bînî, hişmendî û perwerdehiya civakê derkeve asteke bilind. Aborî, siyasî, çandî, di her alî de kevin rabe û ya nû û pêşketî bête bicihkirin. Şoreş bi kinahî ev e. Lê kanê şoreşa Başûr? Heta ev desthilat li Kurdistanê be dê herdem ji bo xwarinê bin, dê miletê xwe jî pûç bikin û ti eqliyeta neteweyî jî ji bo miletê xwe neînaye.”
Pêşniyaza Kongreyeke Neteweyî
Hûqûqzan Amêdî di dawiya gotara xwe de behsa xebata xwe ya li ser kongreyeke neteweyî jî kir û got: “Niha xebateke min a berfireh li ser kongreya neteweyî heye. Ev kongre bêtir ji aliyê siyasî yên mafperwer, hunermend, bijîşk, rewşenbîr, edîp, jin, ciwan, lawan û wd tê de beşdar bibin. Gava civaka sivîl tê de bû yek û bikare biryarên mezin bide, dê rê li ber gelek pêşketinan vebin. Di vê pergalê de Başûr, Wan, Mahabad û Kobanî dibin yek. Li her aliyê Kurdistanê dê kar bê kirin û ew parçekirina ku dijminan di nav me de pêk aniye ya erdî, mêjiyî û giyanî ji holê rabe.”