Karayilan:  Dewleta Tirk dixwaze bi xeyalên Osmanîgeriya nû tevahî Kurdistanê dagir bike. Em jî dixwazin vê dewletê têk bibin. Ev ji bo berjewendiyên tevahî gelê Kurd e.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan got, “Heger em li Başûrê Kurdistanê wan (dagirkeriya Tirk) têk bibin, ew ê li Enqereyê jî têk biçin. Ev rejîma faşîst wê hilweşe.”

Karayilan ji Stêrk TV re axivî û bal kişand ser konsepta dagirkerî û qirrkirinê ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û got, “Parçeyên Kurdistanê hemû bi hev ve girêdayî ne. Lê helbet hemû wekhev nînin û cûdabûnên xwe jî ji hev hene. Siyaseta Başûr di vî alî de şaşîtiyên wan hene. Parçeyên Kurdistanê tev bandorê li hev dikin. Têkoşîna herî xurt a Başûrê Kurdistanê di sala 1974’an de bû. Lê sedema şikestina wê çi bû? Wê demê li Bakurê Kurdistanê, li rojhilatê Kurdistanê têkoşîna Kurdan tine bû. Li Rojava hebû, piştevanî dikir. Bi tenê bû. Ji ber vê li wê xistin. Lê çima di sala 1991’ê de encam girt? Em baş dizanin ku hereketa Başûrê Kurdistanê wê demê zehf xurt nebû. Lê derfetên avakirina sîstema xwe di asta navneteweyî de çêbû. Sedema vê çi bû? Ji ber wê demê hereketa Bakurê Kurdistanê xurt bû.”

Karayilan wekî din li ser hêzên xwe got, “Em tevgereke fedayî ne, divê gelê me yê Başûr bizane, em parastina Kurdistanê hemûyî dikin. Em ji bo tevahî Kurdan li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin. Ji ber ku, heger em di şerê dijî Tirkiyê de têk biçin, dewleta Tirk wê destûrê nede Kurd li ti cihî bibin xwedî statu. Heger em nebin, wê berê xwe bidin Kurdên Başûr û desthilata wan. Rêveberiya Başûr vê rastiyê baş dizanin, lê berjewendiyên rojane esas digirin. Dewleta Tirk dixwaze bi xeyalên Osmanîgeriya nû tevahî Kurdistanê dagir bike. Em jî dixwazin vê dewletê têk bibin. Ev ji bo berjewendiyên tevahî gelê Kurd e.”

Destketiyên Başûr yên me ne

Karayilan got, agahiyên wan hene ku pêşmerge û hêzên leşkerî yên Başûr li gelek nahiya û bajarokan bi cih bûne û bi cih jî dibin û wiha peyivî: “Em dibêjin çi pêwîstî bi vêya heye? Em destketiyên Başûrê Kurdistanê weke desketiyên xwe û vî gelî dibînin. Keda gelê me yê qehreman ê Başûr û pêşmergeyên fedekar ti carî nabe hedefa me.

Karayilan helwêsta eşîrên Sûrçî û Herliyan ya dawî ya li dijî dagirkeriyê bi başî nirxand û malavahiya herdu eşîran kir.

Em dixwazin

berxwedanê bi ser bixin

Karayilan ji rayedarên hikûmeta Başûr xwest neteweyî tevbigerin û berjewendiyên miletê Kurd esas bigirin û ji bo serokê hikûmetê û serokê herêmê yên nû hilbijartî jî got, qewet be.

Li ser dagirkeriya dewleta Tirk û berxwedana gerîla jî Karayilan axaftina xwe wiha bi dawî kir. “Me li hember dewleta Tirk a dagirker heya niha li berxwedaye û niha dixwazin vê berxwedanê bibin serketinê. Ew li hember me têk çûye. Lê bi rêya îstîxbaratê şer dike. Ji ber vê em dibêjin, divê ti kes li Başûr îstîxbaratê nede van. Em bawer dikin ku emê wan têk bibin.

Heger em wan li Başûr têk bibin, wê Enqere jî têk biçe. Dema em şer dikin, em dixwazin birader û gelê me nebin asteng, heger dikarin bila piştgiriya me bikin, heger nikarin jî bila ji dijmin re rê venekin û bi şêwazekî nebin alîkar. Divê ji bîr nekin, heger em derbê bixwin û bikevin, wê dor bê wan. n NAVENDA NÛÇEYAN