9’ê Çile ya 2013’an li peytexta Firansa Parîsê 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi komkujiyekê hatin qetilkirin. Du sal bi ser komkujiyê re derbas bûn, lê hîna jî nehatiye ronîkirin. Rêxistin, heval û malbatên wan hersê jinên Kurd hîna doza wan dişopînîn û daxwaza ronîkirina wê komkûjiya hovane dikin.

Çalakiyên bîranînê pêk tên

Bi boneya 2. salvegera komkujiyê li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê çalakiyên bîranînê têne lidarxistin. Bajar û navçeyên merasîmên bîranînê werin li darxistin wihane: Silemanî: 9’ê Çile, saet 13.30 li Silêmanî Palas Otel, Helebce: 10’ê Çile, saet 14.00 li bazara giştî li ber çayxaneya Kûltûrî, Pêncwîn: 10’ê Çile, saet 18.30 li nivîsîngeha Tevgera Azadî, Kerkûk: 9’ê Çile, saet 13.00 li pirtûkxaneya giştî, Dihok: 9’ê Çile, saet 15.00 li navenda Hizba Şûî ya Kurdistanê û Kelar: 10’ê Çile, li Pirtûkxaneya Giştî. Her wiha li gelek deverên din jî dê komkujî b protestokirin. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ