
Hevkariya MÎT-Parastin (rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê) li Başûrê Kurdistanê ya ji bo birêxistinkirina faalliyetên kontgerîla, hatin deşîfrekirin.
Li gorî nûçeya di malpera Lekolin.org de hat weşandin, di encama xebatên yekîneyên ewlekariyê de, li herêmên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyeyê, 9 çeteyên ser bi îstîxbarata Tirk MÎT û îstîxbarata PDK'ê Parastin dixebitin û karê kontrgerîla dimeşînin, her wiha yekîneyên herêmî yên bi van ve dixebitin, hatin tespîtkirin.
Bajarên Başûr bûne navendên kontrgerîla
Çeteyên kontrgerîla yên ji aliyê PDK-Parastin û TC-MÎT ve li dijî PKK û partiyên din ên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê hatin perwerdekirin, derket holê ku di mijara taktîkên şerê taybet ên weke berhevkirina îstîxbaratê, sabotaj, sûîqest, şopandin, revandin, lêpirsîn û înfazê de li herêmên taybet ên li Kûştepe ya Hewlêrê û Zawîta ya Duhokê hatine perwerdekirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ev çeteyên kontr-gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li navçeyên Zaxo, Amediye, Derelok û Şeladizê yên Duhokê; Diyana, Çoman, Werte û Qastre yên Hewlêrê; Ranya, Sengeser û Qeladizê yên Silêmaniyeyê dixebitin. Duhok, Hewlêr û Silêmaniye jî weke navendên vî karê kontrgerîla tên bikaranîn.
Çend ji van çeteyên kontrgerîla, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên li Başûrê Kurdistanê ve hatin tespîtkirin û têkiliyên wan ên li herêmê, tevî nav û wêneyên wan bi raya giştî re hatin parvekirin.
Bi wan re nasnameyên PDK'ê heye
Bi van kesan hemûyan re nasnameya PDK'ê heye. Nav û nûmarayên pasaportê yên çend ji van çeteyên kontr-gerîla bi vî rengî ne:
* Kerem Kalelî- Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00032641)
* Mûstafa Mesten Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00016350)
* Kemal Demîrtaş –Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00032405)
* Huseyîn Kirmit – Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00032667)
* Mûstafa Toker – Çeteyê TC-MÎT (Pass no: P00020641)
* Savaş Kûtlûk – Çeteyê TC-MÎT (Pass no: U10997962)
* Rêbend Mihemed Hemed – Çeteyê Başûr-MÎT-Parastin
* Nevzat Abdullah – Çeteyê Başûr-MÎT-Parastin
* Pola Omer Hesen – Çeteyê Başûr-MÎT-Parastin
Hat ragihandin ku tevî van, hemû ajanên li gundên Lewce, Enzê, Bolê, Sûredê û Balayan ên Qendîlê ji MÎT-Parastinê re dixebitin hatin deşîfrekirin û tên şopandin.
Ajanên li gundên Qendîlê
Li gundên Bokrîskan, Zergele û Pirdeşal ên Qendîlê, navên kesên mehan di berdêla 800,000 dînarî (600 Dolarî) ji MÎT û Parastinê re sîxuriyê dikin, bi vî rengî ne:
* Suleyman Nebî Abdurrahman, Bokrîskan
* Mihemed Hesen, Pirdeşal
* Dilşad, Bokrîskan
* Alîxan, Bokrîskan
* Mehmet Kûlaç, Zergele
* Sabah (birayê keyayê berê), Zergele
* Aras Şêx Omer, Bole
* Mamoste Salih, Balayan
* Haci Ehmed Reş, Xalatuka
* Abbas Bayîz û kurê wî Kamûran, Enzê
* Dilaver, Suredê
* Kosrew Dsaik, Sidêka
Tê gotin, ev nokerên bi çeteyên MÎT-Parastinê re dixebitin, ji bo êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Tirk ên li hemberî gundên Qendîlê, bi rêya telefonên Samsûng (yên nû) wêne kişandine, koordînat diyar kirine û agahiyên îstîxbaratê kom kirine.
Ajanan dibe Gran Otelê
Çeteyên MÎT'ê yên ser bi Konsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê ku xebatên sîxurkirinê yên li gundên Qendîlê tevî nokerên xwe yên Parastinê dimeşînin, li Gran Otel a li Hewlêrê pêşniyaza sîxuriyê li mirovan dikin. Parastin bang li kesên komîteyên PDK'ê yên li gundên Qendîlê dixebitin dike û wan dibe cem çeteyên MÎT'ê yên li Gran Otelê ji xwe re biryargehek ava kirine. Karê peydakirina sîxuran jî çeteyên MÎT'ê Mûstafa Toker û Savaş Kûtlûk di berdêla mehane 800,000 dînar (600 Dolarî) de dikin. Şexsekî ji bo MÎT û Parastinê li gundên Bokrîskan, Zergelê û Pideşalê xebatên keşfê û îstîxbarastê dimeşand û hat girtin, di îfadeya xwe de got, "Kesê bi navê Mûstafa ji bo karibim xwe timî bigihînim wî, telefoneke bi marka Samsûngê ya li ser xeta Korekê dixebite û GPS'ek ji bo wesayîtan da min. Got, nûmaraya (0751 130 9691) ya di telefonê de heye ya wî ye, lewma kengî bixwaze dikare li wî bigere. Di destpêkê de jî 1000 Dolar pere dan. Wî got, ev pere wê di berdêla her wêne û agahiyê de bê zêdekirin û di nava salekê de wê karibe dewlemend bibe."
Li Duhokê kampa kontrgerîla
Li kampeke perwerdeyê ya amadekirina sekvanan a li Zawîta ya Duhokê, ku ya MÎT û Parastinê ye, çeteyên kontrgerîla di dema perwerdeya xwe de guleyan berdidin wêneyên ji rêveberên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan, Serokê Partiya Goran Noşîrvan Mistefa, Serokê Partî Bizûtneweyî Îslamî Alî Bapîr, ji endamên Tirkmen ên Parlamenta Başûr Mûna Kahvecî, ji rêveberên YNK'ê Hero Talanbanî. Tê ragihandin, ev çeteyên MÎT'ê yên navên wan li jorê hatin dayîn, ev demeke derbasî Silêmaniyeyê bûne, ji bo ku li ser hedefên sûîqestê agahiyan kom bikin.
MÎT’ê 5 Mîlyon dolar dan ENKS’ê
Çeteyên MÎT'ê yên li Başûrê Kurdistanê, ne tenê li hemberî Başûrê Kurdistanê provokasyon û êrîşan dikin. Di ser ENKS'ê re ji bo Rojava jî nearam bikin, wesayîtên bombebarkirî ku weke DAIŞ'ê nîşan didin û xebatên sûîqestê amade dikin. Ji bo vî karî bike jî MÎT'ê 5 mîlyon dolar daye ENKS'ê. Li navendên kontr-gerîla yên li Başûr di bin kontrola PDK'ê de ne, çeteyên ENKS di mijara sabotaj û sûîqestê de tên perwerdekirin. Tê gotin 15 kesên di vî warî de perwerde bûne, bi rêyên qaçax derbasî Rojava hatine kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN