Hêzên rejîmê li Başûrê Idlibê bi pêş ve diçin. Hesabên nêzî muxalefeta Sûrî û çeteyên tundraw ên ser bi Tirkiyeyê yan jî El-Qaîdeyê, didin zanîn ku hêzên rejîmê, tevî alîkariya bombebarana Rûsyayê, hin deverên di destê HTŞ´yê (El-Qaîdeya navguhertî) de bi dest xistine.
Hesabê Saîr El-Sewra Sûriye ku nêzî çavkaniyên ji Idlibê ye jî, da zanîn ku hêzên rejîmê û piştevanên wê Hawaş û Tal Hawaş ji “Komên Muxalefeta Sûriyê” stendiye. Wî beriya niha jî dabû zanîn ku rejîmê nîvê Kafr Nabudah jî ji destê van koman derxistiye. Doh danê sibehê nûçe tevî dîmenan hatin belavkirin ku Kafr Nabudah nbi temamî ketiye destê hêzên rejîmê, lê piştî nîvrojê, di encama êrişa hêzên çete de, hêzên rejîmê careke din ji vî gundê mezin vekişayane.
Hesabekî yekser xema komên tudnraw dixwe jî yê Julian Roepcke ye ku weke Cihadi Julian jî tê nasîn. Ew jî dide zanîn ku Tel Osman tevî erişa dijber a HTŞ´ê î di destê rejîmê de maye. Ev dever tenê 8 kîlometroyan dûrî Baregeha Çavdêriya ya Tirkiyeyê ya li Şahranaz e.
IDLIB