Ji şevê din ve şerên giran di navbera şervanên QSD û hovên DAIŞ`ê de li hemû bereyên Baxozê rûdidin. Endanên çeteya DAIŞ´ê hewl dan bi êrişên xwekujiyê bipêşveçûyîna şervanan asteng bikin, lê negihîştin armancên xwe. Ji ber çandina mayînan a zêde, şervanên QSD`ê bi baldarî bi pêş ve diçin.
Nûçegihanên ku Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê dişopînin, ragihandin ku ji şevê din ve şerên pirr dijwar di navbera şervanên QSD´ê û endamên çeteya DAIŞ`ê de rûdidin. Nûçegihanan diyar kir ku şer heta doh sibê dewam kiriye û gelek endamên çeteyê hatine kuştin.
Wan herwiha diyar kir ku şervanan dorpêça li ser çeteyan di gundê Baxozê de teng kiriye.
Şervan li bereyan pêş ve diçin
Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî der barê encamên qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê de peyivî û got; “Şervanên me li bereyên kampa gundê Baxozê yê girêdayî Dêra Zorê bi pêş ve diçin. 4 endamên çeteya DAIŞ`ê hewl da bi kemerên teqemeniyê êrişî nuqteyên şervanan bikin. Van endamên çeteyê zirar da alaveke bêbandorkirina mayînan a QSD`ê. Di encamê de şervanek şehîd bû û 4 şervan jî birîndar bûn.”
ANHA / DÊRA ZOR