Li Baxozê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin. Şervanên QSD`ê di qonaxa dawî a pêngava Bagera Cizîrê de li baregaha dawî a çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş ve diçin. Çete hewl didin bipêşvecûna şervanan bi rêya êrişên xwekujî asteng bikin. Lê şervan bi biryardarî êriş dikin û bi pêş ve diçin.

Li aliyê din şervanên QSD´ê du şûrên DAIŞ’ê pê serê mirovan jêdikir, dîtin. Şervanê QSD’ê Hanî Balî got, “Niha li hatina me ya ji bo Baxozê bêhtir bi wate bû ku me ev şûr ji destên wan hovan standin.”

 

ANHA/DÊRAZOR