Kino Gabriel: Heta niha çeteyên ji 48 welatan ji aliyê hêzên me ve hatine girtin. Pirraniya yên rojên dawî hatin girtin ji Iraqê û dewletên Tirkî ne. Di heman demê de ji Rojhilata Navîn, Ewrûpa, Asya û Emerîkayê ji gelek welatan gelek çete teslîm bûn.
ERSÎN ÇAKSÛ / ANF / DÊRA ZOR
Şervanên QSD`ê ji aliyê bakur ve derbasî kampa Baxozê bûn û şerê dijwar di navbera şervan û çeteyên DAIŞ`ê de didome.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şer bi giranî li bakurê Baxozê diqewime. Çavkaniyên QSD’ê ragihand ku êrişên çeteyan ên dijber hatine şikandin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama operasyonên dawî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê teslîm bûn. Herî dawî di operasyona “Bagera Cizîrê” de ya li rojhilatê Dêra Zorê bi hezaran DAIŞ‘î û malbatên wan teslîmî hêzên QSD’ê bûn.
29 hezar û 600 DAIŞ’î teslîm bûn
QSD’ê pêr bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nava du mehên dawî de 5 hezar DAIŞ’î tevî malbatên xwe bi giştî 29 hezar û 600 DAIŞ’î teslîmî hêzên wan bûne. Serweriya DAIŞ’ê ya li herêmê diqede, lê tê meraqkirin ka rewşa zêdeyî 40 hezar endamên DAIŞ‘ê û malbatên wan wê bibe çi. Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel li ser mijarê peyivî û diyar kir ku wan ev mijar xistiye rojeva hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û ew danûstandinan li ser mijarê dikin.
Ew ê derkevin pêşberî dadgehê
Kino Gabriel li ser encama şerê dawî jî ev agahî dan: “Hêzên QSD û Koalîsyona Navneteweyî ji bo pêşî li reva çetayan bigirin û wan bi saxî bigirin, çi ji destê wan tê, dikin. Kar tê kirin ji bo yên hatine girtin, bên lêpirsîn û derkevin pêşberî dadgehê. Hebûna hejmareke mezin a ewqas çeteyan ji bo QSD’ê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkeke mezin e.”
Lazim e li welatên xwe bên dadgehkirin
Gabriel da xuyakirin ku nebûna statuya fermî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya dadgehkirina van kesan asteng e û wiha dewam kir: “Pirsgirêka din jî dadgehkirina van kesan e. Ji ber ku statuyeke fermî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîne, ev li pêşiya dadgehkirina wan kesan astengiya herî mezin e. Şandina van kesan û malbatên wan ber bi welatên jê hatine û dadgehkirina wan li wan welatan, yek ji mijarên nîqaşê ye. Bêguman zor û zehmetiyên vê jî hene.”
Pêwîstî bi alîkariyeke mezin heye
Berdevkê QSD´ê diyar kir ku ji bo dadgehkirina van kesan û avakirina dadgeheke navneteweyî bi vê armancê, ew hevdîtinan bi Koalîsyona Navneteweyî re dikin” û got, “Di heman demê de hevdîtinên me bi gelek welatan re ku çete ji wan hatine, hene. Dadgehên li Sûriye yan jî Iraqê werin avakirin, divê van kesan li gorî qanûnên navneteweyî dadgeh bikin û ceza li wan bibirrin. Hejmara çeteyên DAIŞ‘ê yên li herêma Dêra Zorê teslîm bûn, ji texmînan jî bihurî. Çeteyên DAIŞ‘ê li kampên bi ewlekariya bilind tên girtin. Lê belê ji bo bersiv ji pêwîstiyên wan ên bingehîn re bê dayin, pêwîstî bi alîkariyeke mezin heye. Li ser vê mijarê jî hevdîtinên me bi Koalîsyona Navneteweyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî re hene.”
Çeteyên ji 48 welatan
Kino Gabriel di dawiyê de dibêje; “Em niha bala xwe bi giranî didin ser bidawîkirina operasyonê. Heta niha çeteyên ji 48 welatan ji aliyê hêzên me ve hatine girtin. Pirraniya yên rojên dawî hatin girtin, ji Iraqê û dewletên Turkî ne. Di heman demê de ji Rojhilata Navîn, Ewrûpa, Asya û Emerîkayê ji gelek welatan gelek çete teslîm bûn.”