Li Tirkiyeyê mixên dewletê ji şûnê derketine. Tevlîhevî û kaoseke kûr a dewletê heye. Hikûmeta AKPê sewa ku karên xwe yên qilêr, rişweta ku xwarî û sucên xwe giştan veşêre û hesabê nede xelkê, saziyên dewletê serûbinî dike.. AKP di nava panîkê de ye; lê partiyên muxalefetê yên mîna Partiya Komarê ya Gel (CHP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) jî tu hêviyê nade xelkê. Dewlet bi desthilatdariya xwe, bi saziyên xwe û partiyên xwe yên siyasî ve di nava krîzekê de ye...

Li hinda van pêşketinan, tarîxa hilbijartinên herêmî jî nêzik dibe. Di 30ê adarê li seranserê Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê sewa şaredariyan yanî belediyeyan hilbijartin wê werin kirin. Li bakurê Kurdistanê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û li bajarên din ên Tirkiyeyê jî Partiya Demokratîk a Xelkan (HDP) wê daxwazên kurdan û daxwazên xelkên din ên li hemberê zordestiya dewletê têdikoşin, bînin zimên û di kampanyayên xwe yên hilbijartinê de jî wê wan daxwazan bikin wek slogan.
Wer xuya ye, ku tesîra partiyên dewletê yên mîna AKP, CHP û MHPê li bakurê Kurdistanê kêmtir bûye û piraniya şaredariya bajar û bajarokên kurdan di van hilbijartinan de wê bikevin destê kurdan û ji adarê şûnde kurd wê bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Îro li bajarên kurdan ên li rojhilatê Çemê Firatê ba li pişta BDPê ye, lê li rojavayê Firatê zeîftiya BDPê û kêmahiya rêxistinên kurdan ên kulturî hinek xemê dixe dilê mirov. Li vir bi taybetî kurdên Elewî hene. Ji sazîbûna Komara Tirk ve kurdên vê derê hatine qirkirin, ji axa xwe hatine sirgûnkirin, gund û bajarên wan hatine valakirin. Ne tenê qirkirina fîzîkî, bi polîtîkayên asîmîlasyonê kultura kurdan jî li vê cografyayê ber bi tunebûnê ve çûye. Dengkirina kurdî kêm bûye û kurdên herêmî ji rastiya xwe, ji kurdbûna xwe, ji zimanê xwe û ji gund û warên xwe reviyane...
Niha dem dema sekinandin û berovajîkirina vê rewşê ye. Heta niha li van bajaran CHP xwe wek bê alternatîf nîşan dida, lê êdî tu hêviyê nade xelkê. Jixwe him li welat him jî li derveyî welat di nava kurdên vê hêlê de hişyarbûnek jî pêşketiye. Ji Dêrsim, Erzêngan, Koçgîrî, Semsûr, Meletî, Dîlok, Mereş û navçeyên kurd ên li Kayseriyê him sewa xwedîderketina kurdbûn û zimanê xwe, him jî sewa xwedîderketina gund û warên xwe pêşketineke berbiçav heye. Divê ev xwedîderketin tesîrê li hilbijartinan jî bike û şaredariyên vê hêlê jî bikevin destê kurdan û xelkî me yê vê hêlê êdî xwe bi xwe îdare bike...
Hêvî dikim ku şaredariya Dêrsimê wê dîsa di destê kurdan de bimîne. Lê êdî li bajarên din jî çend navçe divê bikevin destê kurdan. Bi vê ez dixwazim gotinê bînim ser Bazarcix a Mereşê. Bazarcix bi destê siyasetmedarên CHPî bûye erda ajantiya dewletê. Tê gotin ku tu şahî û dawetên xelkê jî êdî bêyî fermandarekî jandarmayê, an bêyî qeymeqam û waliyê dewletê nayê kirin. Sewa hilbijartinâ teyî jî bahsa hevkariya CHP-MHPê tê kirin! Yanî CHP bi kujerên qirkirina Mereşê tevlî hilbijartinê dibe.  Gereke Bazarcixî xwe ji vê eyb û şermê xelas bikin û xwedî li kurdbûna xwe derkevin. Vê carê Bazarcixê nekin cotgeha CHPê û rûyê xwe ji ajanên dewletê badin...
Him li Bazarcixê him jî li Ewropayê ji niha de xebata hilbijartinê hatiye destpê kirin. Tê gotin ku li Bazarcixê jî atmosfer ne xirab e û heyecanek heye. Eger bi vî tempoyî were dewam kirin û Bazarcixî xwe sist mekin, mimkûne belediye vê carê bikeve destê kurdan. Ayşe Sonzamanci û Mehmet Ali Buyukozdogan bi navê HDPê tevlî hilbijartinê dibin. Aşîretên Sînemîllî û Atmî; Maxsiyan, Bûgan, Roviyan, Maxikan, Pûlyan, Tûrûşan, Zêtkan, Axcan, Sadaqan, Topalan, Şoqûlyan, Kotiyan, Mûsan, Teron, Bozlaran û yên din gişt divê xwe tevlî vî karî bikin û belediya xwe ji destê hevkar û ajanên dewletê CHP-MHP’ê derxin û xwe bi xwe îdare bikin...