
‘3 welatî li ser rêya Mûşê kuştin û defin kirin’
Şahidê cerdevan ku ji ber ewlehiya xwe navê xwe neda, serî li nûnertiya ÎHD’ê ya Bedlîsê da û cihê gorên komî bi nûnerê ÎHD’ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan re parve kir. Şahidê bûyerê, diyar kir ku di sala 1994’an de li ser rêya Mûşê li nêzî Xana Kefendurê panzêrek leşkerî 3 cenazeyên sivîlan anîn li wir veşartin. Şahid, anî ziman ku panzêra leşkerî 3 welatiyên sivîl avêtin çalê û çû û wiha çavdêriyên xwe anîn ziman: “Piştî ku panzêr çû ez çûm ser cenazeyan. Min dît ku 3 welatiyên sivîl ên bi cilên bedil (qat/takim) hatine kuştin. Pişt re me bi derfetên xwe ax avêt ser wan û em hatin. Hate gotin ku 3 kes girtiyên siyasî yên Girtîgeha Mûşê bûn.
‘Gora din jî aydî 9 endamên PKK’ê ye’
Gora din a komî jî 25 kîlometre dûrî navenda Bedlîsê li ser Geliyê Bedlîsê li duriyana Pira Zengilê a Qeşemêrgê ye. Şahidê bûyerê Seyîthan Kara jî der barê gorê de serî li nûnerê ÎHD’ê Hasan Ceylan da û diyar kir ku di vê gorê de 9 endamên PKK’ê bi komî hatine definkirin. Nûnerê ÎHD’ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan jî anî ziman ku li gorî serlêdanê 9 endamên PKK’ê di salên 1992-93’an de di kemînê de jiyana xwe ji dest dane û bi komî hatine definkirin. Ceyhan, anî ziman ku di demê dawî de malbatên ji Nîsêbînê hatine serî li wan dane û li ser serlêdanan serî li Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê dane.
SALİH SERTKAL - DÎHA-BEDLÎS