Li Bedlîsê heta niha gelek cihên tê gotin gorên komî lê hene hatin diyarkirin û goreke din a komî ya tê gotin ayîdî 24 gerîlayan e hate dîtin. Gora komî ya li Çiyayê Xaçereş ê li çoltarê gundê Xaçînan a bajaroka Kavakbaşi ya navçeya Motkiyê ya Bedlîsê hate dîtin. Tê gotin di sala 1996'an de di pevçûnekê de 24 endamanên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û pişt re jî bi komî hatin veşartin. Şahidên bûyerê yên bi hinceta ewlehiya navên xwe aşkera kirin têkildarî bûyerê de agahî dan Şaxa ÎHD'ê ya Bedlîsê û pişt re cihê gora komî hate tesbîtkirin. Li gorî agahiyên şahidan daye nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîs Hasan Ceylan, di pevçûna li Çiyayê Xeçereş a navçeya Motkiyê ya Bedlîsê de 9 jê jin 24 endamên PKK'ê di sala 1996'an de di encama ketina kemînê de jiyana xwe ji dest dan û bi komî hatin veşartin. Ceylan, diyar kir ku cenazeyê 24 gerîlayan li herêmê di 3 calên cuda de hatin veşartin.
Şopa gule û xwînê heye
Nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan, anî ziman ku li gorî gotinên şahidan çûn herêmê û li herêmê hestiyên mirovan li ser axê hebûn û rastî cilên PKK li coltaran li xwe diken hatin. Ceylan, da zanîn ku piştî li herêmê hestiyên mirovan û cilên bi xwîn û şopa guleyan li ser heyî ditîn û pişt re hînî wahşetê bûn. Ceylan, bilêv kir ku cenazeyên ayîdî 24 PKK’iyan di calên biçûk de bi komî hatine veşartin. Ceylan, destnîşan kir ku ji ber cenaze bi awayekî baş nehatine veşartin hestiyên mirovan ji aliyê sewalan ve li qadê hatin belavkirin.
Ceylan, diyar kir ku pevçûna behsa wê tê kirin, wê demê Arîf Dogan Fermandarê Tabura Motkiyê bû. Ceylan, anî ziman ku li herêmê gelek gorên komî hene û li hemberî gora komî ya li Çiyayê Xaçereşê ji mirovahiya xwe fedî kir. Ceylan, da zanîn ku ji hestî û cenazeyan tol nayê hilgirtin lê divê Tirkiye bi rastiya gorên komî re rû bi rû bê.
Ceylan, destnîşan kir ku têkildarî 24 PKK'iyên di gora komî de hatin veşartin agahî bi raya giştî re bên parvekirin û ev yekê dê fêde bide. Ceylan, bilêv kir ku fermandarê koma 24 PKK’iyan Hasan (Kemal) ê ji navçeya Silopî ya Şirnexê bû û ji ailyê gelê herêmê ve tê nasîn.
Ceylan, da zanîn ku ji bo gora komî bê parastin û pişt re bê vekirin dê li dozgeriyê serlêdana sûc bikin.
DÎHA/BEDLÎS