Hefteya borî, tevî filîma me Siwarê Şîn, ango Mavi Ring, bi sedema mihrîcana filîman ya Behra Spî, em çûn li Maroc, ango li gorî binavkirina Ewrûpayiyan Fas’ê... Min xwest bi wesîleya vê yekê, ez çend fikr û çavdêrî yên xwe bi we re parve bikim.

Gava însan li der û dorê xwe nenêre, bi dinyayê ve tekili daneyine, tenê bi xwendina çavkaniyekî ve xwe têr bike, bere xwe bide aliyekî û çavê wê/î tenê cihek bibine, wê deme wer dihesibîne ku rastî tene rastiya wê/î bixwe ye... Jixwe çi însan ku tenê li ser rastiya xwe biisrar be, ew nezan e, nêrîna wê/î yekalî ye, ji her tiştî wêdetir jî teng e...
Li Tirkiyê jî temam perwerde ya fermî, li ser vî esasî hatiye damezirandinê. Lewma zanîna însanên ku ji dezgeha perwerde ya Tirkiyê derbasbûne û zanistiya Tirkiyeyê pejirandine qels in, zimanê wan timî “sivik” e û di serî de zanîngeh, li tu beşa zanyariyê pêş neketine. Ji milê aqademî bigirin heya rojnamegerî, siyaset û huner, di her qadî de hilberandina wan wek xwe ye, herêmî ye, û xêynî babetên çend kesên ku pergala vî dewletê redandine ewana îstisna, babetên ku bêhna hişmendiya Tirkiyeyê li ser in, di nava gerdûniyê de naşibe tu babetan jî...
Ji ber wê, li ser vî erdnigariyê, şarezayîyeke taybet, çewt û binakokî ava bûye; li gorî vî şarezayiyê, kî ku wan zêde piçûk bixe û piçük bibîne, ew baş e... Û di vê çandê de hewldana herî mezin, ji bo xweşibandina wan kesên ku Tirkan piçûk dixin re tê xerckirinê.
Wek em bejin sînema... Aso ya sînema ya Tirkiyeyê tenê ji aso ya dêrî ya gumrika Tirkiyeyê ve bisînor e, kesên ku derdikevin derva jî, tenê hebûn û nêrîna Ewrûpa dipejirînin, xêynî wê tu şêwaz û tarzên sinema ya dinyayê nanêrin. Ji ber ku, ya ku li dinyayê herî zêde berhemên Tirkan piçûk dibînin û ewana piçûk dixin jî pisporên Ewrûpa bixwe ye. Ev nexweşiyek e...
Lê ne tene ev... Ji bela vî perwerdebûn û di himbêza vî çandê de mezinbûnê, nexweşiyeke din jî li paşila hunermendên Tirk girtiye ku, ew hê pirsgirêkeke mezin e. Ew jî korbûneke din e. Hunermendên ku ji çanda vir sûd digirin, piçûkdîtina Ewrûpayê ji xwe re wek rayberek dibînin, û hewldidin ku netewên din piçûk bixin û çiqasî ji destên wan bê ewana piçûk bikin.
Ji ber vê yekê, tu car berê xwe nadin Asya û Afrîqa jî. Kêngî em bejin berhemek derxistin, hema berê xwe didin Ewrûpa. Ji ber ku, lijneya sînema ya Berlîn, San Sebastîan an jî Cannesê ji wan re çi bêje, ji bo wan ew pîvan e, ayet e ji bo wan... Ev yek jî çavê wan kor dike, mêjî ya wan hê qels dihêle û kesayetiya wan diçilmisîne. Ji ber vê yekê nizane ku, lijneyên ku ji Asya û Afrîqa hene, di qada ramangerî û hunerê de bi salan, bi dehan salan li pêş in, heta însan dikare bêje sal û dem jî nikare ew dûrayî bigire...
Ev yek bû... Ya duyemîn, bi sedema vê mihrîcanê ez têgihîştim ku, ev têkoşîna ku va 40 sal zêdetir e li Kurdistan tê meşandin û ew êşên ku tên kişandin, ew rêbaziya îşkenceyên ku bi salan e li ser şoreşgerên Kurd tên şixulandin, pergaleke gerdûnî ye. Ne tene desthilatdarên Tirk, ji îspanya bigirin heta Maroc’ê, ji Fransa’yê bigirin heta Tunis, Cezayîr’ê, ji Surî û ji Misr’ê, temam dagirker, heman metodên îşkenceyan dişuxulînin. Wek tê zanîn, filîma me, li bajarekî Tirkiyeyê, li girtîgeha Eskişehirê diqewime û şoreşgerên Kurd, ji bo mirinê bar dikin li siwarekî û birastî du şoreşgerên Kurd Hüseyin Hüsnü Eroglu û Mehmet Yalçinkaya jî di vê bûyerê de şêhîd dikevin. Piştî nîşandana filîma me ya ji Maroc’ê, ya ku hatin ba me û qala çiroka xwe ya heman bûyerê kirin, bi dilekî rehet ez dikarim bejim hijmara wan ji deh însan jî zêdetir bû. Min gotê qey Siwarê Şîn a Fuat Kav’ê, ji 1989 vir ve tu nesekiniye û li temam erdnigariya Ewrûpa û Afriqa’yê derketiye tûrê, hê jî digere...
Di rastiyê de jî wisa ye, heta ku li himberê zordestiyê sekna însanên şoreşker hebin, Siwarên Şîn jî nasekinin... Heta ku ev hişmendî ji destê perwerdekirina pergala Tirk neyê çilmisandin, sekna însanetî ya binirx jî dê bidome...