Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Evîn Şirnex diyar kir ku divê gelê Kurd li benda kesî nemîne got, "Parastina xwe, aboriya xwe xurt bikin û bajarên xwe ji nû ve ava bike."

Şirnex diyar kir, Erdogan rijandina xwînê, êşandina mirovan, şewitandina mirovan bi saxî li jêrzemînan weke 'qehremaniyê' dibîne û got, "Li pêşberî me rastiyeke Tirkiyeyê heye, ku li şûna gotinên aştî û edaletê, gotina şidetê pîroz dibîne. Gelo ev xwîna tê rijandin wê têra 'xwedayê xwînê' Erdogan bike?"

Şirnex da xuyakirin ku dewleta Erdogan bi pêkanînên xwe yên nijadperestî, tekperestî û faşîzan ên hebûna madî û manewî ya civaka Kurd înkar dike, ji bilî komkujiyê ti mafî nade Kurdan, derbeke giran li demokrasî û mafên mirovan xistiye.


‘Hiqûq û ola Îslamê ji bo parastina dewletê bi kar tîne’

Evîn Şirnex got, Erdogan û AKP, demokrasî, hiqûq û ola Îslamê ji bo parastina dewletê weke kincekî ji pola bi kar tîne û axaftina xwe weha domand: "Ji aliyê giştî ve civaka Kurd, bi taybetî jî civakên din ên li Tirkiyeyê, bêparastin dihêle û qurbanî desthilatdariya faşîst dike. Di xala 3. a Destûra Bingehîn a 1921'ê de gotina 'Dewleta Tirkiyeyê ji aliyê TBMM ve tê birêvebirin' heye. Destûra Bingehîn a 1921'ê bêyî înkarkirina nasnameyên din, Destûra Bingehîn û Meclîs ava kiriye. Li Destûra Bingehîn a di dema Erdogan de tê çêkirin, tevî ku gotina 'Li şûna TBMM, dewleta Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve tê birêvebirin' lê nehatibe bicihkirin jî, ev gotin bi cih tê anîn. Mîna ku bibêjin, 'Ya tu yê qebûl bikî, yan jî biçî'."


‘Meclîs bê wate dibe’

Şirnex bal kişand ser guhertina qanûnî yên ji bo avêtina parlamenterên Kurd ji Meclîsê û got, "Ji bilî erêkirina qirkirina çandî û fîzîkî ya Kurdan, ti fonksiyona meclîsê nemaye. Meclîs ji bo Kurdan tê wateya netewe dewleta homojen a faşîst tekparêz. Li Cizîra Botan, Şirnex, Silopiya, Nisêbîn û Sûra te kirî xirbe, dibe ku bi dozer û kepçeyan tu karibî şopên wehşeta xwe ji cîhanê veşêrî. Em bibêjin te hemû şopên van sûcên xwe jê birin. Gelo tu wê çawa karibî van şopên li hiş û mejiyê me jê bibî?"


‘Hê bersiva me neqediyaye

Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Evîn Şirnex got, ji her demê bêhtir li her çar parçeyan pêwîstiya gel bi yekîtî û hevgirtinê heye û got, “Li hemberî rûyê hov ê şer ku li hemberî daxwaza xweseriyê ya Kurdan sekinî, hê bersiva me neqediyaye. Divê gelê Kurd li benda kesî nemîne û parastina xwe, aboriya xwe xurt bike û bajarên xwe ji nû ve ava bike. Li dijî polîtîkayên koçberî û sirgûnkirinê divê biryardariya jiyana li ser xaka xwe xurt bike.”

Evîn Şirnex di dawiya gotinên xwe de bang li jinên Kurd kir û weha dawî li axaftina xwe anî: "Erka kewadina birînan, di serî de dikeve ser milê jinên Kurd. Mîsyona pêşengiya xweseriya demokratîk û avakirin, ku erka herî giran a demê ye, wê di şexsê jinên Kurd de bi cih bê. Bi kesayetiya xwe ya rêxistinbûyî û berxwedêr, divê em jin bi eşqa hesabpirsîna ji Erdogan, dest bi jiyanê û avakirinê bikin."


RÛHAL NÛRÎ/ANF/BEHDÎNAN