Li benda mirina zarokan nemînin

Haberleri —

HUSEYÎN ELMALI / ANF/STRASBOÛRG

Rewşenbîr û baroyên Fransayê xemsariya dewletên rojavayî ya li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava rexne kir û nameyek ji Serokkomar Emmanuel Macron re nivîsî.

Kampanya ji aliyê Serokê berê yê Yekîtiya Baroyên Parîsê Christian Charriere-Bournazel ve hate destpêkirin û hin kesayetên navdar jî piştevaniya kampanyayê kir. Heta niha bi deh hezaran kesî piştevaniya kampanyayê kiriye. Name ji bo Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hatiye nivîsandin û yek ji kesên ku destpêkê mohra xwe daniye binê jî Wezîrê Karên Derve yê berê û hiqûqzan Roland Dûmas û serokên bi dehan baroyan bûn.

Di nameyê de tê gotin, “Ji bo hevalbendên me Kurdan tavilê bikevin nava liv û tevgerê ku niha bûne hedefa êrişa Tirkan.”

Weke dilxweşkirina Hitler e

Di nameyê de hate gotin, “Macron ê ku Fransayê temsîl dike, ji bo nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk bide divê hîna çiqas zarok bimirin?” Nameyê Peymana Munchenê a 1938´an jî bi bîr xist ku hişt Elmanya Nazî Çekoslovakyayê dagir bike. Li gorî wê peymanê, beşek ji xaka Çekoslovakyayê radestî Hîtler hate kirin û piştre jî ew hewldan weke ‘Peymana şermê ya Munchenê’ hate pênasekirin.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku tawîzên wê demê niha bi bêdengiya li pêşberî êrişên rejîma Erdogan dubare dibin.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku Serokkomariya Fransayê divê ji bo Kurdan tavilê li dijî êrişên Tirkan bikeve nava liv û tevgerê. ‘Agirbesta’ ku di navbera DYE û dewleta Tirk de hate mohrkirin jî şibandin peymana Munchenê ku ji bo bêhnê li Erdogan fireh bike.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.