Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ji herême ragihandin, doh çeteyan ji aliye girên li hemberî Pira Qereqozaqê ya li başûrê Bendava Tişrînê û ji aliye Bajarê Minbicê yê li bakurê rojavayê Bendava Tişrînê bi tank, çekên giran û hejmarek mezin ji çeteyan êrîş pêk anîn. Şervanên QSD’ê bi tundî bersiv da çeteyan û şerekî dijwar qewimî. nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku di encama şerê dijwar de bi dehan çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Çeteyên ku derbên giran xwarin nikarin cenazeyên xwe ji herêma şer rakin. 

Li aliyê din jî balafirên Koalisyonê jî deverên ku çete lê bi cih dibin, bombebaran dikin.

Dema me nûçe amade dikir, şer bi dijwarî dewam dikir.  


 KOBANÊ