Merasîma ku ji bo vekirina navenda Nûnertiya Rojava li Den Haag hate organîzekirin, li gel nûnerên partiyên siyasî û parlamentoya Hollandayê, tevî nûner partiyên Rojava û aliyên Kurdistanî jî amade bûn.

Nûnerê Rojava yê Beneluxê Şêrwan Hesen li wir axivî û got ku bi saya berxwedana Rojava ev nûnertî û yên wekî wê li derveyî welat wekî gaveke dîplomatîk li Ewrûpa û cîhanê tê avêtin.

Şêrwan bal kişand ser kordîneya bi welatê Beneluxê re û got: “Ev dê nûnertiya sîstema demokratîk a Rojava li her sê dewletên Belçîka, Hollanda û Luxumburgê bike, her wiha danûstandinê bi hikûmetên van welatan re bike.” 



 DEN HAAG