
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê bi rasthatina meha ji bo Misilmanan pîroz a Remazanê peyamek weşand.
Di peyamê de hat hat bibîrxistin ku ragihandin, meheke din a Remezanê li erdnîgariya Misilmanan bi pirsgirêkên giran, zor û zehmetiyan destpê dike û hat gotin, “Di nava ola Îslamê ya ku şerê nefsê weke cîhad-i ekber dîtiye, mubtelatiya endamên vî olî ya li ser desthilatdarî, mal û milkan, sedema sereke ya rûdana pirsgirêkên li nava gelên Misilman e. Yên ku divê nefsa xwe terbiye bikin, roj bi roj dikin qareqar, şerxwaziyê dikin, êrişî gelan, xizanan û bêhêzan dikin, her roj gunehan dikin û bi pirsgirêk û zehmetiyên diafirînin, jiyanê diherimînin, dikin dojeh.”
‘Desteka ji bo heq wê xêra mezin be’
Komîteyê bi bîr xist ku înkarkirina yekê bi tenê ya mexlûq û afirandinên Xwedê ji aliyîê Îslamê ve weke zalimiyeke herî mezin hatiye dîtin û weha dewam kir: “Lê belê, di serî de dewleta Tirk gelek rêveberên dewletên navê Îslamê li xwe kirine, îro rastiyên işaretê bi hebûna Xwedê dikin, înkar dikin. Li gorî vê pîvana olî, zalimtiya li nava civakên Îslamê rû dide, ji ber vê înkarê derdikeve holê. Ji ber vê yekê, her Misilmaneke/î paqij û sade, wê di vê meha Remezanê de duayên ji bo xurtkirina refên li dijî zaliman bike. Desteka ji bo heq û heqaniyetê, wê xêra herî mezin be.”
‘Dewleta Tirk sûcên AKP û Erdogan dinixumîne’
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê got, gelê Kurd ê mezlûm û fedekar, li çar parçeyên Kurdistanê hedefa operasyonên mezin ên şîdetê yên hêzên desthilatdar e û weha dewam kir: “Li Bakûrê Kurdistanê, di serî de Kurdên ji aliyê nasnameya olî û baweriya xwe ve hesas in, Kurd hemû bûne hedefa êrişên komkujiyê yên hikûmeta AKP û Erdogan, ku gotina Îslamê ji devê wan kêm nabe. Dewleta Tirk, sûcên xwe yên tevî Erdogan û AKP’ê li dijî gelê Kurd dike, bi ola Îslamê dinixumîne. Ji bo ku Misilmanên durust û xwedî wijdan ên Tirkiyeyî bikin hevparê sûcê xwe, hîn bêhtir dikevin nava hewldanan. Bi wesîleya rojiya Remezanê em bang li Misilmanên Kurdistanî, bawermendên bêhesab û bêberjewendî dikin da ku zanibin înkarkirina Kurdan zalimtî ye, dewleta Tirk bi pêşengiya Erdogan bi vê zalimtiyê Kurdan qetil dike, bi gotinê jî be nebin hevparê gunehên van zaliman û li dijî van polîtîkayên komkujiyê li gorî bawermendekî helwestê nîşan bidin.”
‘Hewl bidin birîn werin derman kirin’
Komîteyê bi bîr xist ku dewleta Tirk ji Remezana par ve di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Gever, gelek bajar û bajarokên Kurdan şewitandin, xera kirin, Kurdistaniyên bêguneh qetil kirin û weha dawî li peyama xwe anî: “Xêra herî mezin e ku Misilmanên Kurdistanî û Tirkiyeyî di vê meha Remezanê de hewl bidin êşên bi gelê me didin kişandin ji holê rakin, birînan bipêçin û piştgiriyê bidin mirovên mexdûr bûne.
Meha Remezanê ku ji bo her Misilmanê xwedî wijdan wate û girîngiyeke xwe ya cuda heye, bila li dijî yên pîrozmendiyên olî ji bo armancên xwe yên neteweperest û nîjadperest bi kar tînin, bibe afirandina vîneke mezin. Em hêvîdar in ev meha rojiya Remezanê ji bo Misilmanên li Kurdistan, Anatoliyê û hemû Misilmanên duayên wan ji bo yekîtî, biratî, edalet, wekhevî û bedewiyê ye, ew ê bibe wesîleya xêrê.”
NAVENDA NÛÇEYAN