Gerîlayê HPG´ê Jîrwan: Li Başûrê Kurdistanê bi dehan şoreş pêk hatine, lê belê ev şoreş negihîştine encamê. Sedema vê jî bêdengî û bêhelwêstiya gel a li hemberî êrişan e.

 

RONÎ DEŞTELANÎ / ROJWAR KARAKOÇAN / ANF/BEHDÎNAN

Gerîlayên HPG’ê yên ji Başûrê Kurdistanê bang li xelkê Başûr kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin û ji bo ciwanên Başûr jî got, bila berê xwe bidin nav refên PKK’ê.

Gerîlayên HPG’ê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de ya li xaka Başûrê Kurdistanê de peyivîn.

Gerîlayê HPG’ê Jîrwan Mihabad ku ji Hewlêrê ye, dibêje, li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk bi balafirên şer û bombeyan gundên Kurdan wêran dike lê li gel vê helwêst û nerazîbûneke xurt a xelkê wir tuneye. Jîrwan Mihabad ku îşaret bi bêdengiya xelkê dike, wiha dipeyive: “Heger dewleta Tirkiyeyê şûna Kurdistanê li Iraq ango li cihekê din bixe, li hemberî wan ti kes bê helwêst namîne, ciwan û gel helwêsta xwe diyar dikin. Heta niha ji derveyî gelê me, min ti gel nedîtiye ku li hemberî bombebaranê bêdeng dimîne. Li beramberî êrişên li ser Hewlêrê ciwanên wê, hikûmeta herêmê û saziyên ragihandinê xwe kerr dikin.”

Ne layiqê gelê Hewlêrê ye

Gerîla Jîrwan pirsa “Ev bêdengî wê heta kengê bidome?” dike û wiha pê de diçe: “Bi rastî jî ev bêdengî û bêhelwêstî ne layiqê gelê Hewlêrê ye. Li Kurdistanê bi dehan şoreş pêk hatine, lê belê ev şoreş negihîştine encamê. Sedema vê jî bêdengî û bêhelwêstiya gel a li hemberî êrişan e. Li ser Kurdistanê her tim êriş hene lê em ê kengî li hemberî van êrişan bibin xwedî helwêst. Divê ciwanên Hewlêr, Silêmanî êdî rabin û bibin xwedî helwêst. Ji ber ku dem dema ciwanan e, ji ber ku ciwan dikarin şoreşê ava bikin, ciwan dikarin li hemberî êrişên hovane yên li dijî gel, li dijî axê, li dijî şeref û namûsê bisekinin.”

Bersiva herî xurt beşdariya şoreşê ye

   

Gerîlayê HPG’ê Ramîn Lek jî xelkê Hewlêrê ye û li Kerkûkê mezin bûye. Ew di axaftina xwe de îşaret bi rola ciwanan dike û wiha dipeyive: “Ciwan germ in, xwedî hêz in, çalak in û lewma dikarin bersivê bidin dijmin. Heger ciwan dixwazin ji dewletên dagirker re bibin bersiv, dagirkeriyê ji nava xaka welat derxînin divê bêne tevlî nava şoreşê bibin, tevlî nava refên PKK’ê bibin. Min jî wekî ciwanekî ji Hewlêrê bêdengiya xwe şikand û tevlî nava refên PKK’ê bûm û bangawaziya min li hemû ciwanên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ye ku beşdarî şoreşê bibin. Ji bo ku karibin zûtir dijmin ji ser xaka welat derxin, ji bo karibin jiyaneke xweştir li Kurdistanê ava bikin, ji bo diberojeke xweştir ji ciwanan re ava bikin, ji bo navê Kurdistanê li hemû deverên cihanê belav bikin, divê ciwan tevlî nav refên PKK’ê bibin.”

Ti caran jî serê xwe natewîne

   

Gerîlayê HPG’ê Şiyar Cîlo sala 2009’an tevkî nav refên PKK’ê bûye û ji Ranyayê ye. Şiyar Cîlo dibêje, gelê Başûrê Kurdistanê ti caran serê xwe li hemberî dijminên xwe netewandiye, nedaniye û wiha diaxive: “Em di wê baweriyê de ne ku ti caran jî serê xwe natewîne. Ji milekî din ve jî em derbasî merheleyeke nû ya dîrokî dibin. Dîrok sed salan carekê fersend dide ku neteweyek xwe azad bike, bi destê xwe, xwe perwerde bike. Dîrok vê fersendê dide mirov. Dibe îro gelê li bajarên Başûrê Kurdistanê dijîn, jiyana wan rehet be lê belê em lê binêrin îro hemû gund vala dibin û şêniyên gundan tên koçberkirin. Bi hezaran lehengan şer kiriye da ku wan gundan ji destê dijminan rizgar bikin. Divê em layiqê xwîna wan kesan bin yên ku ji bo vê axê şer kirine. Divê em hemû di bin fikr û ramanên Rêber Apo de kom bibin û bi yekîtiyê aqûbeta Seddam Hiseyn bînin serê Erdoganî. Ez herî dawîn serketinê ji bo wan kesan dixwazim yên ku li ser navê netewe.”