Şewba bi navê Korona ya li Çînê derket holê û li pirraniya cîhanê belav bû, niha rojeva sereke ye. Zane û nezan, her kes li serê tiştekî dibêje. Rast ne rast, pirr tişt têne gotin û em jî ji navê dernakevin. Jixwe serekçete Erdogan a xwe got, “Ti vîrus bi qasî tevdîrên me bi hêz nîne.” Li Îranê şewb bi lez belav dibe û li cîranê wê yê Tirkiyê jixwe kes qala vîrusê nake. Paşê me bihîst ku li Tirkiyê amûrên vîrusê nas bikin tinene. Dewleta Tirk ne tenê vîrusê nas nake, ji bilî xwe ti tiştî nas nake. Li gorî dewleta Tirk her kes jî xeşîm û nezan e. Ma ne Erdogan di dema serdana xwe ya Yekîtiya Ewrûpayê de xwestiye ji rayedaran re rastiyan bibêje, lê mixabin nehiştine ew iPadʼa xwe bibe hundir. Erdogan bi iPadʼê Trump jî razî kiribû. Ev xwedêjênerazî jî rojeva me ya sereke ye. Ji vîrusa Koronayê zêdetir rojeva me ye. Êdî her roj na, her kêliya devê xwe veke hêkên hesinî dike. Ya rastî em pê xenê bûne. Xwezî vîrusê Korona jî weke wî bûya.

   

Serekçete Erdogan tevî koma xwe ya çete çû Rûsyayê û li ber deriyê Kremlînê lavahî ji Vladîmîr Pûtîn kir. Erê her kes Pûtîn dişibîne hirçê, lê bi ya min zêdetir dişibe marekî sar ê li benda firsenda xwe ye. Mewlûd Çavuşoglu piştî vegera ji Rûsyayê li ser rawestandina wan a li ber derî, gotineke xweş kir û ji mamosteyê xwe Erdogan kêm nema û got, “Li vî aliyê derî serokkomarê me radiwestiya rast e, lê li aliyê din ê derî jî Pûtîn bi qasî wî rawestiya). Bi vê jî nema gotin di nava devê xwe de virde wirde bir û lê mikur hat ku Rûsan xistina balafirê û kuştina sefîrê xwe ji bîr nekiriye. Pentagonê jî daxuyanî da û bi zimanekî zelal got, heta Tirkiye S-400an paşve nede Rûsyayê, ew ê Patriotan nefiroşin Tirkiyê. Erê erê, kera Erdogan ketiye heriyê û girtiye bi teriyê.

Dewleta Tirk a Qibris û Hatay dagir kir û ya xwe bi ser xist, li Idlibê li hemberî Rûsyayê bi bin ketiye. Ekonomiya wê roj bi roj serberjêr diçe û civaka wê ya kiriye mîna keriyan, hay ji tiştekî nîne û tenê bi kafûra milletperestiyê li dijî Kurdan çavsor dibe. Rast e, korona nikare bi van Tirkan, lê wê şovenîzm wan têk bibe.

Li Idlibê, Rûsyayê dewleta Tirk xistiye nava lepê xwe. Tirkiye naxwaze qebûl bike, lê li Idlibê şikest xwar û heye ku wê ev şikest di rojên pêş de li deverên din jî bidome. Dewleta Tirk li Sûrî dagirker e, û wê ev jê re nemîne. Li Idlibê qala lihevkirinê dikin, ev ne rast e. Rûsya wan gîro dike. Dewleta Tirk wê nikaribe li gorî peymanê tevbigere û wê ji ber vê jî rejîm û Rûsyayê dema pêş dîsa li çeteyan ango li Tirkiyê bidin. Ya Tirkiye jî dixwaze bike ew e, qaşo agirbestê mayînde bike yanî dixwaze hebûna xwe li wir dirêj bike, mîna Qibris û Hatayê li wir bimîne, asîmîle bike û paşê jî tevlî xwe bike.

Erdogan li vegera xwe ya ji Rûsyayê got, “Min ji Pûtîn re got ‘em dikarin petrola Qamişlo û Dêra Zorê bi hev re bibin û îmara wir jî em dikarin bidin ser xweʼ û Pûtîn jî gotiye, ka em binêrin.” Li vir derdê dewleta Tirk û Erdogan Kurd in. Yanî Erdogan û dewleta Tirk ji bo Kurd nebin tiştek, her tiştî dikarin bikin. Di bazara li ser Idlibê de jî vê dike. Bêguman Kurd vê dibînin. Lê Erdogan ê di navbera Pûtîn û Trump de maye korona jî pê bigire, dinya jî xira bibe ew ê dev ji dijminatiya Kurdan bernede, lê ew paşka stûyê xwe bibîne wê nikaribe pêşî li azadiya Kurdan bigire û wê Kurd ji sedî sed bigihîjin armanca xwe. Ji ber ku Kurd gelê Newrozê ne. Erdogan jî wê li ber deriyan bilikije.

Dibêjin, Xwedê derd daye derman jî daye, lê dermanê ehmeqiyê nedaye. Îca dewleta Tirk a ji ber ehmeqiyê derî bi derî ji bo tinekirina Kurdan digere wê gelek bikişîne. Bi gotina diya min, wê bihilkume, serserkî biçe erdê, stûyê xwe bişkîne û diranê wê li gerdena wê bigere.