Şaxê Amedê yê ÎHD’ê têkildarî rewşa girtiyên nexweş hişyar kir û got: ”Divê tavilê bên berdan.” Komeleyê ragihand ku herî kêm 1334 girtiyên nexweş hene.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Şafîî Hayme ku 1’ê Hezîrana 2020’an serî li komeleya me da, diyar kir ku Soydan Akay ku ew wasiyê wî ye, 27 sal in li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê hatiye hiştin, ji sala 2018’an û vir ve tedawiya kansera prostatê dibîne, her wiha romatîzma, hepatît B û spazma dil pê re heye. Ragihand ku Soydan 2 salên dawî ne li Girtîgeha Girtî ya Sîlîvriyê li hucreya yek kesî tê hiştin û nikare tedawî bibe. Diyar kir ku Soydan zêdeyî 6 meh in mafê xwe yê telefon û hevdîtinê bi kar nayne û bi vî rengî vê rewşê şermezar dike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelek girtiyên nexweş li ber mirinê ne û hate gotin, ”Tenê di sala 2019’an de li girtîgehên herêmê 6 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Di meha Gulana 2020’an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniyeyê Sabrî Kaya li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Vefa Kartal ên girtiyên nexweş bûn mixabin jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên komeleya me 1334 girtiyên nexweş hene ku rewşa 458 ji wan giran e. n ANF/AMED