Di çalakiyê de PDK ji ber kolandina xendekan û politikaya xwe a li dijî Rojavayê Kurdistanê bi tundî hate şermezar kirin û banga sekinandina kolandina xendekan li her sê serokatiyên Herêma Kurdistan hat kirin.
Nûnerên Tevgera Goran, Partiya Zehmetkêşan, Partiya Ayende, BDP, TEV-DEM, PÇDK, RJAK, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yeketiya Xwendekarên Azad, parlementer, nûnerên rêkxistinên civakî û gelek welatiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê destek dane çalakiyê. Di çalakiya ku di pêşengtiya Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) hat li darxistin de, helwesta PDK ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bi tundî hat şermezar kirin. Endamê Polîtbûroya PÇDK’ê Şakir Mistefa daxuyaniya çapemeniyê xwend. Di daxuyaniyê de kiryar û polîkaya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) yên li ser Rojavayê Kurdistanê hat şermezar kirin wiha hat gotin; “Mixabin PDK jî wek van hêzên li dijî Rojava ji destpêka şoraşa Rojava heta îro bi gelek rê û rêbazan xwestiye şoreşa Rojava lewaz bike û bi van kiryarên xwe bûye hevkarê dijminên şoreşê. PDK bi van kiryarên xwe xizmetê ji dagirker û dijminên gelê Kurd û Kurdistanê re dike. Em PDK’ê ji ber van kiryar û polîtikayên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û bang li PDK’ê dikîn berî ku bibe sedemê aloziyek mezin dest ji kolandina xendekan berde.”
Xizmeta dijmin dike
Parlemeter û nûnerên partiyên siyasî jî di nav çalakiyê de cihê xwe girtin û têkildarî çalakiyê nêrînên xwe ji ajansa DÎHA’yê re anîn ziman. Parlementerê Tevgera Goran yê Parlementoya Iraqê Dr. Mihemed Kiyanî, Nûnerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Hewlêrê Abid İke, endamê Partiya Komînîst a Kurdistanê Mamosta Ferhat, Parêzer Sedulla Celîl, nêrînên xwe wiha anîn ziman; “Em vê helwesta PDK’ê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.. Ma PDK wê heta kengî li dijî berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê tekoşîn bike. Bila PDK dawî ji destwerdana xwe ya li Rojavayê Kurdistanê berde. Tişta ku bi hezaran salane dijmin û dagirkerên Kurdistanê nekiriye, em dibînin di roja me de PDK dike. Kolandina xendekan li ser sinorê Rojavayê Kurdistanê wê di dîrokê de ji bo PDK hertim bibe nişana rûreşiyê. Bi vê bûneyê em bang li aliyên berpirs û PDK dikin dawî li kolandina xendekan û kiryarên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê bînin.”
DÎHA/HEWLÊR