Gundiyên ku piştî şerê di navbera HPG'ê û Artêşa Tirk de li navçeya Şemzînanê dest pê kir û bi zora leşkeran gundê xwe vala kirin, li ber Qeymeqamiya Şemzinanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Pêvçûnên ku di 23'ê Tîrmehê kîlometreyek durî Şemzînanê dest pê kir û herî dawî heta Gergît û Bîgozan, li herêmek nêzî 40 kîlometreyê belav bû. Artêşa tirk di şer de di serî de balafirên şer, topên obusê, topên hewanê, tanq û helîkopteran herêmên pêvçûnê bombebaran dike. Leşkeran her wiha di çarçoveya operasyonan de heta niha gelek gund ên wekî Nîrkulaya Jêrîn, Nîrkulaya Jorîn, Nîrkulaya Navîn vala kiribû. Hate ragihandin ku niha jî gundên Rubunîs, Bigirt, Gergît, Moşe, Beyteran û Tûva ji aliyê leşkeran ve hatiye valakirin. Hate zanîn ku leşker hemû kesan ji gund derxistine, lê li her gundê ji bo li eşyayên gundiyan xwedî derkeve tenê 2 kes hiştiye. Li herêmê 16 rojin şer didome û welati nikarin li gundê xwe vegerin. Gundiyên ku ji ber zextên leşkeran û topbaranê gundê xwe vala kirin li ber Qeymeqamiya Şemzenînanê dest bi çalakiya rûnştinê kirin.
Welatiyên gundê Muşe û Gergetê, ji bo dîsa li gundên xwe vegerin serî li Qeymeqamiyê û Fermandariya Cenirmeyan dan. Lê, rayedaran bi hinceta ewlehyê tune, daxwaza welatiyan red kir. Welatiyên gundê Gergetê û Muşe, di serî xwestin bi telefonê bi Qeymeqamê Şemzînanê Mesut Gençturk re hevdîtin pêk bînin. Welatî piştî ku bi telefonê xwe negîhandin Qeymeqam bi komî hatin ber Fermandariya Cendirmeyan û xwestin bi Fermandarê cendirmeyan re hevditinê pêk bînin. Keyayê gundê Nehrî Fahrettin Înan dema çû bi fermandaran re hevdîtin bike, welatî jî li baxçeyê cendirmeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li ser vê yekê leşkeriyê diyar kir ku ew dê bi tevahî bi gundiyan re neaxivin û yek bi yek bi gundiyan re biaxivin. Pişî vê yekê welatî yek bi yek çûn bi fermandaran re axivîn. Fermandaran jî anîn ziman ku herêm ne ewle ye û dê destûrê nedin vê yekê û her malbatekê 500 TL bidin wan. Welatiyan demek dirêj li ber fermandariya cendirmeyan çalalakiya rûniştinê pêk anî. Welatiyê bi navê Kerimhan Kaplan, bertek nîşanî rayedarên leşkeriyê da û wiha got: "Ji ber şer gundê me tê valakirin. Me di vê meha remezanê de birçî dihêlin. Cihekî ku em lê stara xwe bikin tune. Niha dixwazin me bi 500 Tl Îknak bike. Dixwazin em li şemzinanê xanî kirê bikin. Her malbatek herî kêm 5 zarokên wan hene. Em dê çawa li vir bijîn. Li gundê me 14 dahl û rez ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin. Me li gundêhatiye valakirin her gundekî 2 kal û pîr hiştiye. Qeymeqam rastiyê nabeje. Dibêje gund nehatiy valakirin û daristan û dahl nehatiye şewitandin. Ev derew e. Destûr nadin rojnameger biçin herêmê rastiyê bikişinînin. 15 rojin şer heye û her tişt li herêmê hatiye qedexekirin. Destûr nadin rojnamger biçin rastiyê bikişînin. Hemû malê me û mulkê me talan bû. Sewalên me hatin kuştin. Em dixwazin li gundê xwe vegerin û ev şer bi dawî bibe."

'Leşkeran gundê me bombe kir'
Welatiyê bi navê Menaf Gongur ê gundê Mose jî ani ziman ku leşker û dewletê gundê wan da ber bombeyan û gundê wan vala kir. Gongur, anî ziman ku ji bo êdî bombekirina gundê wan bi dawî bibe û karibin li gundê xwe vegerin serî li fermandariyê û qeymeqam dan, lê daxwazên wan hatin redkirin û wiha got: "An dê destûrê bidin me em li gundê xwe vegerin, an jî em dê çalakiya xwe berdewam bikin. Bila qeymeqam bê gund binere. Bila rastiyê bi çavê serê xwe bibîne. 

DÎHA/COLEMÊRG   




Warê serhildanan...

Gundê Nehrî ya girêdayê Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji hemû serhildanên Kurdan ên bi sedsalan berdewam kir re şahidî kiriye. Gelê herêmê diyar kirin ku ji serhildana Mîrê Botan Mîr Bedirxan, heta serhildana Şêx Ûbeydûllahê Nehrî û serhildana Şêx Seîd bandora xwe li herêmê kiriye û bûne şahid, lê cara yekem e ku şahidiya pêvçûnek ev qas demdirêj dikin.
Li herêma ku xwedî axa bi bereket e, şahidiya pêvçûnên dijwar kiriye. Di salên 1990'an de wekî her cihan, li vir jî cerdewanî li ser gel hate ferzkirin. Lê li hemberê vê pir kêm malbatan ev yekê qebûl kirin. Gelê herêmê dide zanîn ku mirovên herêmê bi salan e êşên mezin dikişînin û wiha dibêjin: "Gelek mirov jiyana xwe ji dest dan, em di nav de hebin an tune bin, ev doz mafdar e. Ev gel di daxwaza xwe ya azadiyê de mafdar e. " Herî dawî gelên li herêmê şahidiya pêvçûnên ku di 23'ê Tîrmehê de dest pê kir, dike. Gira Gevriyazînî ku ji aliyê welatiyan wekî Gira Serhildanê ya Nehriyê tê binavkirin, niha ketiye bin kontrola HPG'iyan. Welatiyan li ser vê yekê wiha dibêjin: "Me bi salan li herêmê pêvçûn dît, lê ev cara yekem e ku me pêvçûnek evqas domdirêj dît. HPG'iyan bi pêvçûnên ku zêdetirî 15 rojane didomîne hezkirin û ecibandina gel bi dest xistiye. Welatiyan pêvçûnan wekî "Serhildana herî mezin û dawî ya Kurdan" bi nav dike.
Welatiyan bertek nîşanî ambargoya ku ji aliyê dewletê ve li hemberî herêmê tê meşandin dan û anîn ziman ku dewlet dixwaze ambargoyê rewa bide xuyakirin. Ligel ku meha Remazanê ye li ser herêmê ambargoya aborî tê meşandin û ketin û derketina ji herêmê hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê welatiyên li herêmê pirsgirêka birçîbûnê dijîn. Hate zanîn ku tesîsa masiyên bi şîfa yên ku 4 hezar masî tê de heye, ji ber êm tune ye, bi tunebûnê ve rû bi rû maye. Xwediyê tesîsê Nevzat Çîftçî, wiha got:" Bi şer ve ambargo pêk anîn, ev yek welatiyan dixe nava tengezariyê. Tesîsê me her roj mîlyarek zerar dike û masî jî dimirin." Çîftçî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd diyar kir ku hewceye bi Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hevdîtin were çêkirin û wiha got: "Gelê Kurd tecrîdkirina mirovek ku ji bo xwe wekî Rêber qebûl kiriye, qebûl nake. Pêvçûn û şerên ku di demên dawî de pêk tê, hêrsa dijwar a gelê ku nêzî saleke ji Rêberê xwe hatiye veqitandin, e."