KCKʼê îşaret bi êrişên qirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û bang li Kurdan û hêzên demokrasiyê hemûyan kir ku li ber êrişên qirker rabin û têkoşînê mezin bikin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand. KCK´ê got, dewleta Tirk a faşîst, mêhtinger, qirker bi dehan balafirên şer êriş bir ser Şengalê, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê û destnîşan kir ku mîna DAIŞ'ê sala 2014'an li her cihî êriş bire ser gelê Kurd, dewleta Tirk jî niha heman tiştî dike. Her Kurd ji bo dewleta Tirk dijmin e KCK´ê wiha dewam kir: "Ji bo dewleta Tirk ti ferq û cudahî di navbera xelkê Şengalê yê bûye hedefa êrişên qirker ên DAIŞ'ê, xelkê Mexmûrê yê ku kampa wan a penaberan ji aliyê DAIŞ'ê ve hate dagirkirin, HDP û gerîla de nîne. Her Kurdê ku dixwaze bi çand, ziman û nasnameya xwe ya azad û demokratîk hebe ji bo wan dijmin e. Ev êrişên dewleta Tirk ji polîtîkayên wê yên bi armanca qirkirinê tên. Ji ber vê yekê her hêza siyasî, derdor û kesên ku ev êriş pejirandine, destek danê û xwe lê kerr û kor kirine, hevkarê vê qirkirinê ne. Ji meydana hewayî ya herêmên êriş li wan hate kirin, Hêzên Koalîsyonê yên bi serkêşiya DYE'yê û dewleta Iraqê berpirsyar in. Dewleta Iraqê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve di fermiyetê de yekser berpirsyar e, lewma bêhelwêstiya li hemberî êrişê, nîşan dide ku Iraqê êriş pejirandiye. Tê fêhmkirin ku di navbera Iraqê û TC'ê de li ser Kurdan lihevkirineke berjewendiyan heye. Li hemberî êrişa li dijî xelkê sivîl ê li Şengal û Mexmûrê helwêsteke xurt nîşan neda û şermezar nekir, ku ev yek jî nîşan dide; li gelê xwe xwedî dernakeve. Bêdengiya PDK û YNK´ê PDK û YNK jî ji van êrişan berpirsyar in. Dibe ku di fermiyetê de meydana hewayî di kontrola hêzên Iraqê û koalîsyonê de be. Lê belê ev êriş li ser qada hewayî ya Kurdistanê dibin, bi bikaranîna meydana hewayî ya Kurdistanê tên kirin. Lewma ji aliyê siyasî û exlaqî ve berpirsyariya wan e ku li ber van êrişan rabin. Bêdengiya wan a li pêşberî van êrişan wan dike hevkarê van êrişên bi armanca qirkirinê. Li her deverê rabin Eşkere ye ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê me li ber van êrişên qirker radibe û ji ber van êrişan gelekî bi hêrs e. Gelê Kurd divê li her devera lê dimîne li ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rabe û bendan deyne pêşiya van êrişan. Helwesta gelê Başûrê Kurdistanê, saziyên demokratîk, jin û ciwanên wê erênî ye. Dema ku ev helwest li dijî dagirkeriyê û êrişan bêhtir xurt bû, hingî wê bibe hîmê bingehîn ê pêşîgirtina li van êrişan. Ne tenê hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê di heman demê de wê bike ku hêzên koalîsyonê yên hevkarê van êrişên qirker in, helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin. Ya ku dewleta Tirk ewqasî dîn û har kiriye, rêxistiniya gelê Kurd a li her cihî û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li ser bingehê vê têgihiştinê ye. Em bang li Kurdan, dostên Kurdan, hêzên demokrasiyê dikin ku li ber van êrişên qirker mêtinger rabin, hêzên demokrasî û azadiyê biparêzin, ji bo hilweşandina sîstemên despotîk, qirker û paşverû yên li Rojhilata Navîn têkoşînê mezin bikin."

Tevgera dagirkeriyê li Heftenînê

Artêşa dewleta Tirk a înkarker û qirker 16ʼê Hezîranê li Heftanînê di erdê re gaveke nû ya dagirkeriyê avêt. Heftenîn di nava Herêmên Parastinê yên Medyayê de cih digire. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê der barê rewşê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya HPGê de êrişên artêşa tirk ên 23ʼê Tebaxa 2019an li heman herêmê têne bi bîr xistin û tê gotin, weke dewam vê dagirkeriyê 16ʼê Hezîranê Artêşa Tirk di erdê re bi palpiştiya balafiran tevgereke dagirkeriyê daye destpêkirin. Artêşa Tirk li herêma Bektorya li qada Tepê Şehîd Sîpan û qada Şehîd Kendal li Tepê Şehîd Bêrîvan û Tepê Dûvpişkê esker bi helîkopteran danîne. Di daxuyaniyê de îşaret bi armanca Artêşa Tirk a dagirkirinê tê kirin û tê gotin, çi dibe bila bibe wê bersiva hewce bidin vê dagirkeriyê. Li aliyê din, ji pêr ve Artêşa Îranê jî dest bi topbarana Dola Alane û Hacî Omeran ên ser bi navçeya Soran a Hewlêrê ve kir. Têkildarî mijarê, endamê Rêveberiya Hizba Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê Kawa Behramî ji Rojnewsê re got: topavêtina Îranê dewam dike. ANF/BEHDÎNAN