Di hevdîtina li ser Idlibê ya navbera Pûtîn û Erdogan a li Moskovê de biryara ku alî êdî şer bisekinînin hat dayîn. Di metnê mutabeqatê de peyva agirbestê cih negirt. Ya xuya ew bû ku dewleta Tirk ku bi Erdogan û rayedarên dewletê yên din li Moskovê bû, serî li ber Moskovê çemand. Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy got, “Tirkiyeyê hewl da hêzan li dijî hev bi kar bîne, lê belê êdî dawî li vê siyasetê hatiye. Ji ber vê yekê li Idlibê ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomasiyê ve têk çûye.”
Erdogan û Pûtîn du saetan bi hev re rûniştin û heyetên aliyan jî 3 saetan bi hev re rûniştin û di encamê de aliyan da zanîn ku wan li hev kiriye ku dijminatiyan bisekinînin. Paşê metneke hevpar a aliyan li ser li hev kiriye hat xwendin. Gava Pûtîn behsa belgeyê kir, peyva agirbestê bi kar neanî, gelek caran behsa rêxistinên terorîst û çalakiyên wan ên zêde bûne kir. Piştre jî wî got, “Ev belge wê şer bide sekinandin û sivîlan aram bike.”
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çawîolgû belgeya hevpar xwend. Xalên sereke yên belgeyê ev in:
- Li tevahiya xeta ku nakokiyên li Herêmên Kêmkirina Aloziyê yên li Idlibê çalakiyên eskerî hemû wê ji 6’ê Adara 2020’ê saet 00:01’ê û pê ve bên rawestandin.
- Li Bakurê rêya (M4) Heleb-Lazikiyê 6 kîlometre li başûrê wê bi kûrahiya 6 kîlometre wê korîdoreke ewlekariyê bê avakirin. Di nava 7 rojan de wê biryarên esasî bên zelalkirin.
- Dewriyeyên Rûs û Tirk wê 15’ê Adarê li ser rêya M4 ji devera Trûmba heta Eyn El Hawarê dest pê bike.
Erdogan leşkerî û siyasî têk diçe
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy got, “Tirkiyeyê hewl da hêzan li dijî hev bi kar bîne, lê belê êdî dawî li vê siyasetê hatiye. Ji ber vê yekê li Idlibê ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomasiyê ve têk çûye.”
Ozsoy destnîşan kir ku di rewşa heyî de têkiliyeke dîplomatîk a Tirkiyeyê bi Ewrûpayê, Emerîkayê, Rûsyayê re nîne û got, “Bi gef û şantaja li Ewrûpayê dixwe hewl dide vê rewşê bimeşîne. Eger bi Erdogan re kar dikin, sedema vê yekê ne ew e ku ji Erdogan û rêveberên wî hez dikin. Ew ji vê rêveberiyê bêzar bûne. Hêrs bûne. Encama vê têkiliyê jî îflas e.
Di polîtîkaya li dijî Kurdên li Sûriyeyê de bi tenê ma. Li DYE’yê yên ku piştgiriya wan dikir jî êdî bi rengekî eşkere piştgiriyê nakin. Sazî hemû li dijî Erdogan in. Hin welatên Ewrûpayê wê nexwazin ku Erdogan bikin dijberê xwe. Mînak; Yewnanistan, Bulxaristan, Îtalya, başûrê Ewrûpayê. Erdogan kêm jî be wê Merkel ber bi aliyekî ve bikişîne. Ji bo vê hewl dide.”
Ozsoy destnîşan kir ku Erdogan di mijara şantaj û gefxwarinê de gelekî zêdegavî kir, lewma li qada dîplomatîk têk diçe û got, “Di rewşeke wiha de ku ji aliyê leşkerî ve ew û Rûsya li dijî hev tevdigerin, Ewrûpayê li aliyê xwe nabîne. Ev yek ji bo Erdogan rewşeke giran e. Hewl da van hêzan li dijî hev bi kar bîne, lê belê êdî ev siyaset bi dawî bûye. Lewma li Idlibê ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomatîk ve têk çûye.”