NAZIM DAŞTAN/REQA/DÎHABER
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya azadkirina Reqayê operasyona “Cenga Mezin” di roja 67’emîn de didomîne. Heta niha 10 taxên bajêr hatine rizgarkirin. Li taxên Hişam Ebulmelîk, Nezlit Şahadê û Reqaya Kevn pevçûnên dijwar diqewimin. Tê payîn her sê tax jî di demek kurt de bên rizgarkirin. Di çarçoveya operasyonê de hêzên taybet sivîlan rizgar dikin. Li her cihê ku tê rizgarkirin jiyan ji nû ve tê hûnandin. Şervan cihê rizgar dikin ji bo sivîl bikaribin lê bijîn operasyonên paqijiyê pêk dimeşînin. Taxa Yemrûk a li eniya rojava yê Reqayê ku hat rizgarkirin ji mayînan tê paqijkirin. Li başûrê taxê li eraziyeke vala malbata Mihemed a ji 5 kesan pêk tê kon vedaye û di kon de dijî. Ferdên malbatê li taxê li şer temaşe dikin. Li cihê malbat dijî bê navber dengê teqîn û çekan tê û dûxan bilind dibe. Li gel şerê dijwar malbat li taxê jiyana xwe didomîne û sewalkariyê dike.
QSD ewle dike
Fettah Mihemed (30) ê ku bi hevjîn û zarekî xwe yê yek salî re dijî bersiveke bi ken dide pirsa “Li vir jiyan ne zehmet e?” QSD parastina sivîlan dike. Em xwe li vir bi ewle hîs dikin. Me destûr ji xwediyê eraziyê sitand û me konê xwe li vir vekir. Ez biroj li mala xwe ya li taxa El-Diriyê dinêrim. Li gel hemû zor û zehmetiyê em li jiyanê ne. Ez li benda roja ku vegerim mala xwe me.”
Li hêviya rizgariya bajêr in
Dayik û hevjîna Mihemed jî jiyan û cîhanekî bê DAIŞ dixwaze û zarokê xwe yê yek salî nîşanî kamerayê didin. Dayik Walîde Mihemed destnîşan kir ku QSD’ê alîkariyeke her bi nirx daye wan û ew li bendê ne Reqa bi lez were rizgarkirin.