Cemîl Bayik têkiliya tecrîdkirina Rêber Apo û şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn bi berfirehî rave kir û got, ji ber vê ye, her kes bêdeng e.

Bayik qala êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê kir û xwest Êzîdî xayînên nava xwe qebûl nekin û got, “Kurmê darê ne ji darê be, dar pîr nabe.”

 Bayik beşdarên Komxebata Ziman û Çanda Kurdî li Amedê pîroz kir û xwest ne tenê civîn bibe ya biryaran, di heman demê de kar û xebat jî bêne kirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV. Bayik bi awayekî berfireh li ser bûyerên di rojevê de axivî. Em ê li vir ji mijarên weke tecrîdkirina Rêber Apo, komxebeta Ziman û Çanda Kurdî li Amedê, êrişa li ser Şengalê û dorgirtina Mexmûrê veqetînin. Bayik beriya her tiştî diyar kir ku tecrîdkirina Rêber Apo pêwendiya xwe bi şerê li Rojhilata Navîn heye û got, “Ji ber ku êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd xistine dewrê, tecrîd dewam dike. Di heman demê de zilma li gelên Tirkiyeyê jî zêde dibe. Eger li Kurdistanê qirkirin, zilm, bêedaletî zêde dibe heman tişt li Tirkiyeyê jî li dijî hêzên demokrasiyê tê kirin. Ji ber vê yekê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê hemû divê bi gelê Kurd re li ber tecrîdê rabin.”

Kurmê darê ne ji darê be, dar pîr nabe

Bayik bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û got, “Yên ku alîkariyê didin Tirkiyeyê hevkarê komkujiyê ne. Ji ber vê yekê divê gelê me yê Êzidî xayinên li nava xwe qebûl neke. Divê hesab ji kesên alîkariyê didin Tirkiyeyê bipirsin. Hem dibêjin ‘Em Kurd in, ji bo Kurdan têdikoşin’, hem jî bi serkêşiya wan li Şengalê komkujî dibe. Yên ku li dijî DAÎŞ‘ê gelê xwe parastin tên qetilkirin, lê deng ji kesî dernakeve. Ev yek ji bo wan şermeke mezin e. Divê gelê me vê bibîne… çawa ku Kurd dibêjin “Kurmê darê ne ji darê be, dar pîr nabe”. Kî li pêşberî komkujiyan bêdeng dimîne divê gelê me li dijî wan helwestê nîşan bide.”

Bi Kurdî biaxivin, bixwînin û binivsînin

Li Amedê du rojan rewşenbîrên Kurd, hunermend, nivîskarên Kurd, welatparêz, siyasetmedarên Kurd civîn pêk anîn. Li ser zimanê Kurdî. Yên ku ew civîn çêkirin, yên tevlî bûn, yên ku ew têkoşîna bi rûmet kirin ez hemûyan silav dikim, wan pîroz dikim. Bi rastî îro li ser zimanê Kurd, çanda Kurd qirkirineke mezin heye. Dibe ku berê jî dihate kirin, lê belê AKP-MHP vê siyaseta asîmîlasyonê bêsînor dimeşîne. Bi hemû îmkanên Tirkiyeyê vê siyasetê dimeşîne, dixwaze Kurdan ji holê rake. Dibe ku piştî plana Şerq Islahat ku kî bi Kurdî diaxivî cezayê pere yê giran didanê, milet ditirsandin ku ji aliyê aborî jî nikaribin rakin û dest ji Kurdîtiyê berdin. Îro ji wê girantir tên ser zimanê Kurd. Dibe ku ji aliyê madî ve ceza nadin, lê belê tirseke mezin afirandin. Kî bi Kurdî biaxive, ya bi Kurdî li stranekê guhdarî bike lînç dike, dixe zindanan. Bi temamî qedexe kirine. Kurd ditirsin ku bi Kurdî jî li cihekî çend gotinan bêjin. Ji ber vê yekê rewşenbîrên ku li Amedê ji bo zimanê Kurdî kom bûn û hin biryar wergirtin ez wan ji ber wê pîroz dikim. Tam jî di vê demê de pêkanîna wê civînê di cih de ye. Ji ber vê yekê lazim ew biryarên wergirtine di wê civînê de nemîne, li tevahiya civaka Kurd belav bikin, bi pêş bixin. Her mirovekî Kurd jî lazim e li zimanê xwe, li çanda xwe xwedî derkeve. Bi Kurdî biaxivin, binivîsînin û hîn bibin. Zarokên xwe, cîranên xwe hîn bikin ku bi Kurdî binivîsînin, bixwînin, biaxivin.

Ambargoya ser Mexmûrê rake

Yên li Mexmûrê Botanî ne. Dewleta dagirker qirker bi ser wî gelî de çû, xwest ku xiyanetê li xwe bike, têkeve xizmeta Tirkiyeyê, çetetiyê bike. Vî gelî ew qebûl nekir, li xwe xwedî derket, tevahî zilm da ber çavan, daxwaza Tirkiyeyê qebûl nekir. Ji ber wê jî ji Botanê derket û berê xwe da Başûr. Ji ber ku dît ku li Başûr desthilatdariya Kurdan heye. Got ‘ez biçim Başûr, ew zilma ku li ser min dibe li wê derê wê nebe, ez li wê derê dikarim bi Kurdîtiya xwe, bi ziman, çand û nirxên xwe bijîm’. Ji ber wê hatin Başûr. Li gelek cihan jî bi cih bûn, di dawiyê de jî hate Mexmûrê. Niha li Hewlêrê bûyerek çêbû, PDK’ê ew kir sedem û li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî ambargo kir, zext kir. Hîn jî dewam dike. Ev daxwaza Tirkiyeyê ye. Tirkiye dixwaze li ser wê wargehê ew ambargoya zextan bê kirin, PDK jî pêk tîne. Halbûkî PDK jî demekê koçber bû. Ji ber zilma Saddam reviyan çûn li Îranê bi salan man. Koçberî çi ye, baş zanin. Ji ber wê ya ku ji wan dihate xwestin ku koçberiya ku dîtine li ber çavan bigirin, alîkariyê bi birayên xwe bikin. Mirovên li Mexmûrê berê gelekan xizmetê PDK’ê kirin, pêşmergetî jî kirin, şehîdên xwe jî hene ji bo PDK’ê. Eger PDK îro gihîştiye hinek îmkanan, di wê de keda gelê Botanê heye, keda gelê wargeha Mexmûrê heye. Lazim e hurmeta wan bigirtana, alîkariya wan bikirana. Ya ku ji wan dihate xwestin ew bû, ne ku daxwaza Tirkiyeyê pêk bîne. 

 

ç