Niha ev pirtûkxane ji ber rewşa aboriyê di nav zor û zehmetiyan de ye. Piştî ku dewleta Swêdêalîkariya xwe ji pirtûkxaneyê re kêm kir, pirtûkxane rastî pirsgirêkên aborî hat.
Li Pirtûkxaneya Kurdî beriya niha sê xebatkar dixebitin, lê niha tenê xebatkarekî wê heye. Ev xebatkarê bi navê Newzat Hîrorî him birêveberê pirtûkxaneyê ye û him jî ji neçarî hemû karên pirtûkxaneyê bi xwe dike. Li Swêdê polîtîkayên neo-lîberal ên hikûmeta koalîsyonê ya ji çar partiyên rastgir a navbera salên 2006-2014'an, bandoreke neerênî li warê wêje, çand û hunerê kiriye. Alîkariyên ji bo kovar, pirtûkxane û projeyên hunerî hatin kêmkirin. Yek ji saziyên vê yekê tesîr lêkirî Pirtûkxaneya Kurdî a li taxa Alvîk a Stockholmê ye.
Armanca damezrandinê ya vê pirtûkxaneyê, parastina nirxên wêjeyî û hunerî yên Kurdên li Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê rastî zextê tên, pêşîgirtina li tunekirina mîrasa çanda Kurdî ye. Li pirtûkxaneyê pirraniya wan bi Kurdî ji 30 zimanan bi qasî 13 hezar pirtûk hene û gelek kovar, belge û peymanên Kurdan eleqedar dikin jî hene. Ne tenê hunermend û nivîskarên Kurd, hin lêkolînerên Swêdî û welatên din jî ji bo xwe bigihînin agahî û belgeyan, serî li Pirtûkxaneya Kurdî didin.
Ji parlementeran piştgirî
Parlamenterê Partiya Gel Fredrîk Malm û Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat a Karker Anna-Lena Sorenson diyar kirin ku divê çand û hunera Kurdan were parastin. Parlamenteran mijar xistibû rojeva parlamentoyê û li dijî kêmkirina alîkariyên ji bo Pirtûkxaneya Kurdî derketibûn.