Li Amedê bi hezaran kes bi pêşengiya hevserokên KCD, HDK û DBP'ê ber bi Sûrê doh meşiyan. Çekdarên dewleta Tirk êrîş birin ser çalakiyê. Li Cizîrê jî xelkê navçeyê bi meşekê got, "em ê li ber xwe bidin, em ê bi ser kevin".
Doh bi hezaran kes li Amedê, li Parka Koşuyolu ji bo bimeşîn navçeya Amedê Sûrê kom bûn. Sûr ev 28 roj in ku di bin dorpêça çekdarên dewleta Tirk de ye. Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek û Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî di nav de bi hezaran kes ber bi Sûrê ve meşiyan. Polîsan gel asteng kir. Girse bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" meşiya. Polîsên dewleta Tirk jî êrîşî gel kir. Polîsan bi bombeyên gazê û ava bi şid êrîşî xelkê kir, girseyê jî xwe bi kevirab parast.
Cizîriyan qedexebinpê kir
Gelê Cizîrê ku li hemberî êrîşên qirkirinê serî natewîne, berxwedanê xurt dike. Bi sedan Cizirî ku guh nedan qedexeyan bi dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" daket kolanan û meş lidarxist.
Girse doh li ber Medresa Sor kom bû. Di nava girseyê de parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî hebû. Girse piştre bi dirûşma "Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin" ji ser Kolana Eskî Çarşî ber bi Qada Elepxanê ve meşiya.
'Tevlî berxwedanê bibin'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir ji girseyê re axivî û diyar kir ku ew ê qedexeyên dewletê nas nakin û ev berxwedan wê teqez bi ser keve. Sariyildiz got, bi van êrîşan vîna Cizîrê nayê şikandin û wiha axivî: "Botan bi salan e li ber xwe dide. Em bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin da ku tevlî vê berxwedanê bibin." Sariyildiz, ji ber nûçeyên derew jî nerazîbûn nîşanî çapemeniya Tirk da.
AMED/ŞIRNEX