Bozo Açlan: Ji bo ku em bighîjin rohnahiyê, divê em li dijî tecrîdkirina Serok rabin; divê em wê bişikînin û bi erdê re bikin yek. Bawerî, hêvî û moralê me pirr xurt e. Gelek tên dibêjin, em bi we re ne; lê dem ne dema gotinê ye, dem dema kirinê ye.

Li zindanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, girtiyên ji doza PKK û PAJK´ê di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne ji bo bidawîanîna tecîdkirina Ocalan. Kesên di koma yekê a di hepsan de dest bi çalakiyê kirî, îro 82 roj in di çalakiyê de ne. Li hepsa Akhîsa-Manîsa ya tpa F de jî, beriya 64 rojan komekê dest bi çalakiyê kir. Niha li wê zindanê bi giştî 17 girtî di çalakiya bêdem û nedorveger de ne.    

Bozo Açlan yek ji wan girtiyan e ku ev 64 roj in di hepsa Akhisar-Manîsayê de di greva birçîbûnê ye li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bira yê wî doh qeydiya wî ya deng gihand me ku pê peyama biryardariya xwe ya çalakiyê û baweriya xwe ya bi serketinê îfade dike. Açlan îşaret bi rola pêşeng a jinê jî dike û 8´ê Adarê û Newrozê li tevahiya jinan û nexasim jî berxwedêrên jin pîroz dike. Açlan banga çalakiyan û di pratîkê de pêkanîna gotinan dike û dibêje, em li berbanga serxistina serketinê ne.

Peyama Bozo Açlan wiha ye: “Dewleta Tirk, bi tecrîdkirinê, dixwaze tevahiya civakê di nava tarîtiyê de bihêle. Leyla Guven jî gotina xwe di emelê xwe de pêk anî û bû pêşenga vê meşê. Me dest bi meşekê kir, meşeke dirêj û dibe ku berdêlên wê jî giran bin. Lê weke girtiyên azadiyê, weke civakê û weke ferdan em baş dizanin ku em êdî li berbanga serketina azadiyê de ne. Me xwe gihandiye wê astê. Em bi biryar in, encam û berdêlênn wê çi qasî giran dibin bila bibin, em ê vê serketinê bi pêşengiya jina şoreşger bibin serî. Em ê her civakê li Kurdistanê û Tirkiyeyê azad bikin. Îro miletên li Tirkiyeyê, ji Ermenan heta bi çerkezan hemû milet hêviya xwe ya azadiyê ji dest didin. Em dixwazin vê hêviyê ji nû ve xurt û zindî bikin.

Werin bi hev re em azadiyê misoger bikin

Ji ber wê banga me ji malbatên me re, ji teraftarên azadiyê û biratiyê re ev e; werin destê xwe bidin me, werin bi hev re em azadiyê misoger bikin, werin bi hev re em welatê xwe xweş bikin. Tecrîda li serok esas ew e ku dixwazin zextê azadiya tevahiya Rojhilata Navîn bikin û wê tine bikin. Ji bo ku em bighîjin rohnahiyê, roj li me derkeve divê em li dijî tecrîdkirina Serok, li dijî vê tecrîda giran a li ser civakê, rabin; divê em wê bişikînin û wê bi erdê re bikin yek. Bawerî, hêviya û moralê me pirr xurt e. Ti pirsgirêk tine ji bilî wê ku civak weke dil dixwaze neketiye nava liv û hereketê. Rast e, gelek tên dibêjin, em bi we re ne em li pişt we en; lê dem ne dema gotinê ye, dem dema kirinê ye, dema ku gotin di pratîkê de pêk werin e. Ev pratîk nebe, wê lawaz bibe. Ji ber wê yekê divê dengê Leyla Guven, Nasir Yazgiz û wan baş bê bihîstin.

Çi berdêl lazim be em hazir in bidin

Çawa ku Hevalê Xeyrî gotî, ji zindanan êdî dengê qîrînekê bilind dibe û ti kes nikare guhê xwe lê bigire. Ev qêrîn ne ji bo rewşa me ya şexsî ye, ji ber rewşa civakê ye. em dibînin ji nû ve dixwazin tarîtiyekê daynin ser civaka me. Wê demê divê li dijî vê em bi hev re bisekinin. Em bi xwe li ber vê rabûne. Niha li F-Tîpî ya li Akhîsa-Manîsa yê em 17 heval di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne, em hinek ev 63 roj (îro 64 roj) in em di çalakiyê de ne û heger mesele meseleya azadiya civakê ye, hingê çi bexşandin û berdêl lazim be ji canê me heta bi bedena me, em ê bidin. Her kes jî divê li gorî vê yekê tevbigere. Heger ev nebe, bi rengê heyê ew ê bi me bide windakirin û me vegerîne 20-30 sal berê. Hingê em ê 50 salên din jî nikaribin xwe bigihînin van derfetan. Lewma ev pirsgirêka her kesî ye û çareseriya wê jî divê em bi hev re misoger bikin. Em miletê xwe û hevalên xwe yên li ber xwe didin, û hemû hevalên xwe yên li warên azad silav dikin. 8´ê Adarê * Newrozê em li miletê xwe û miletên Rojhilata Navîn prîz dikin û ji wan re serketinê dixwazin. Serketin nêzîk e, gava em bi biryar û wêrek bin, em ê bibînin bê tirsonek çawa direvin. Êrişên wan û ev tecrîda giran ne ji mêrxasî lê ji tirsonekiya wan e.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN