Berdevkê Yekîtiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê Bextiyar Mela Ehmed diyar kir welatiyên Başûrê Kurdistanê dikarin bi dilniyayî boykota malê Tirkî bikin û got, “Li beramberî her tiştek Tirkiyeyê, alternatîfa me heye.”

Piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê destpê kirin, gelê Başûrê Kurdistanê weke helwesteke netewî û exlaqî biryara boykotkirina malê Tirkî dan. Bangeşeya boykota malê Tirkî ku destpêkê bi rêya medya mecazî destpê kir, di demeke kurt de berfireh bû û înîsiyatîfên boykotkirinê li parêzgehên herêmê hemûyan hatin avakirin. Boykota malê Tirkî û geşta Tirkiyeyeyê û hwd êdî li seranserê Başûrê Kurdistanê belav bûye. Piştî boykotê pirsa “Gelo, alternatîfa malê Tirkî li herêmê heye?” tê kirin.

Me ev pirs ji Berdevkê Yekîtiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê Bextiyar Mela Ehmed kir. Bextiyar Mela Ehmed têkildarî mijarê hem pêşniyarên girîng ji bo welatiyan kirin, hem jî zanyariyên derbarê alternatîfên berhemên herêmî û cîhanî de dan.

Dilniyabin alternatîfa me heye

“Boykotkirina her tiştekî Tirkî, wê zirereke mezin bide aboriya wî welatî. Dema boykota malê welatek were kirin, muheqeq zirer dide aboriya wê. Bi taybet jî ev ji bo Tirkiye bi vî rengî ye, ji ber ku zêdetir dahata xwe ji hinardekirinê digire. Ji ber boykota malê Tirkî, Tirkiye rûberûyê pirsgirêkêke mezin a aboriyêye. Eger Herêma Kurdistanê malê Tirkî boykot bike, bêguman wê neçar bimîne kêmtir tişt hinardeyê herêmê bike.

Welatî bila dilniyabin, malê Tirkî nebe, alternatîfa me ya her tiştî heye. Niha jî li bazarê alternatîfa her maleke Tirkî heye. Berhemên welatên Erebî, Îngilîstan, Welatên Ewropa, Austuralya, Malîzya, Endonezya, Çîn, Japon, Amerîkaya Latîn, Brezilya û ji Amerîkayê bixwe jî heye. Me berê niha jî gelek peymanên aborî bi van welatan re wajo kiriye. Peywendiya bazirganên me bi tevan re heye. Berê niha hefteyekî me serdana Endonezyayê kir û nêzî 10 milyon û nîv dolar peyman li gel wan îmze kir, ku tişt ji bo Herêma Kurdistanê were hawirdekirin. Ji bo her tiştekî em dikarin alternatîf peyda bikin.”

Berê xwe bidin berhemên xwemalî

Bextiyar Mela Ehmed bi taybet îşaret bi wê kir ku welatî bi vê boneyê berê xwe bidin berhemên xwemalî yên Kurdî û ev tişt got, “Ji bo xwarina taştê gelek cûreyên me yên peynîr heye. Weke nimûne ji derveyî peynîrê Tirkî, peynîrê Kurdî, yê Siûdî, Kanadî, Hollandî û Fransayî heye. Dixwazim pêşniyarek ji welatiyan re bikim, dema ketin nava dukan û anjî marketek, divê bêjin, ji derveyî malê Tirkî, berhemên xwemalî heye?’, eger berhemên xwemalî nebe wê demê dikare bêje ji derveyî yê Tirkî yê kîjan welatan heye ku bikarim bikirim. Dema ew wisa bêjin, dê ew esnaf jî daxwazê bigihîne cihên peywendîdar.”

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ