
Li bajarê Bergheîm û Nîenburg ên Elmanya, Naveda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe pêk anîn. Piştî hilbijartina dîwanê li ser geşedanên Kurdistanê û Tirkiyê axaftin hatin kirin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bergheîmê ku ev 3 serdem in bi komînî xebatên xwe didomîne biryar hate standin ku bibe meclîs. Hevserokên dema nû bûne Nazmiye Bayat û Guner Gungor.
Li bajarê Nîenbûrg ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 3. a Asayî lidar xist. Di encama kongreyê de meclîsa nû ya ji 40 kesî hat hilbijartin û 7 komîsyon hate avakirin. Çîçek Boran û Baran Husên jî bûn Hevserokên Meclîsê.
BERGHEÎM