HIDIR ATEŞ / BERLÎN

Li Berlînê Yekîtiya Malbatên Kurd (YEKMAL) di 25 saliya xwe de xwe ji vekirina duyemîn baxçeyê zarokan a du zimanî (Kurdî-Elmanî) re amade dike û ji bo wê jî kelecanê girtiye endam û rêveberên komeleyê. Baxçeyê Zarokan ê yekem ê YEKMAL´ê bi navê “Piya” sala 2014´an vebûbû, niha 21´ê Mijdarê YEKMAL wê baxçeyekî zarokan ê duyem ê bi Kurdî veke. Koordînatora YEKMAL´ê pedagog Gunay Darici vekirina vê Derguşxaneya duyem û planên xwe yên siberojê nirxandin. Darici got, Dergûşxaneya du zimanî ya bi Kurdî-Elmanî ji bo Ewrûpayê nimûneyek e.

Me bi zimanê dayikê perwerde nedît

Pêşvajoya Dergûşxaneya yekem, Gunay Darici wiha nirxand: “Tevî ku Kurdî zimanê me yê dayikê bû, ji bo pirraniya me nekariye bibe zimanê perwerdeyê. Me di nav xwe de li ser van zehmetiyan minaqeşe kir, di vê pêvajoyê de me ew li pey xwe hiştin û em jêhatî bûn. Li derveyî teoriyê, ev bû pêvajoyek ku me dersên pirr girîng jê deranîn. YEKMAL saziyeke ku li Berlînê kar dike. Van her du salên bihurî me li ber xwe danî ku em li bajarên din ên Elmanyayê jî kar bikin.”

Darici bi bîr xist ku Evîn e.V. xwediyê wê avahiyê bûye ku wan Baxçeyê Zarokan ê duyem lê vekiriye. Evîn. e.V. ev avahî ji wan re hiştiye û wan jî miracaetî Senatoya Berlînê kiriye ji bo destekkirina projeyê. Di encamê de senatoyê proje erê kiriye.

Bi 36 zarokan

Gunay Darici îşaret pê kir ku wan meseleya baxçeyekî jî ji bo avahiyê çareser kiriye û wiha dewam kir: “Baxçeyê me qederê 45 metreyên bi çarçik fireh e. Me dor lê girt. Heta dawiya mehê wê eşyayên wê jî bên. Niha 36 zarok dewam dikin. Koma me ya xebatê ji 9-10 kesên ciwan pêk tê. Çar ji wan bi Elmanî û çar jî bi Kurdî miqate dibin li zarokan. Axir, Dergûşxaneya me ya duyem bi zehmetiyan be jî vebû. ji bo gelê me li ser xêrê be.

Dibistan ji bo me armanc e

Pedagog Gunay Darici îşaret pê kir ku projeyên wan ên dersên Kurdî li Berlînê hene, niha ew li dibistanekê dersan didin û armanca wan e ku dibistaneke destpêkê ya bi Kurdî li Berlînê vekiin: “Ji niha û pêv e ji bo me armanc e ku em disbitaneke destpêkê ya bi Kurdî-Elmanî vekin. Bi vî awayî zarokên li Dergûşxaneyan mezinbûyî wê karibin li dibistanê jî xwendinê dewam bikin. Daxwaza malbatan jî ev e. Bi alîkariya Senato û şaredariyê YEKMAL sala 2019-2020’an wê di heman demê de bibe navendeke malbatan jî. Civakeke evqasî mezin di vê di nava perwerdeyê jî xwe bibîne. Gelê me her rengê fedakariyê heq dike. Ev hêz û moral dide me.”

Vekirina fermî ya Baxçeyê Zarokan ê duyem ê YEKMAL´ê wê 21´ê Maijdarê saet 14.00’an li navnîşana Muskauerstr. 44  (10997 Berlîn) çêbe.