Li paytexta Elmanya Berlînê ku ji hêla Marksîstên Elman ve bi awayekî kevneşopî her hefte ‘Bernameya Duşem’ê (Maontags Demo) tê lidarxistin, bernameya xwe ya vê heftiyê diyarî HDP’ê û Kurdistanê kirin.

Çalakiyên saziyên jinan ên Kurdan, NAV-DEM, Ciwanên Rojava Jin, Komîsyona Jinan a HDK’ê ya Berlînê û PYD’ê ku bi navê ‘’Li dijî berxwedana bêsînor berxwedana bêsînor’’ berdewam dikin.

Mêvanên vê heftiyê yên Bernameya Duşemê ya ku ji hêla Partiya Lenînîst Markîst a Elman ve tê organîzekirin Kurdistanî û HDP bûn.

Di bernameyê de ku li Alexander Platzê dest pê kir, li ser navê MLPD Berlînê Dîeter Llîûs, li ser navê AvEG-Kon’ê Bakî Selçûk, Petra Llûîs rexne li rejîma dîkta a Tirkiyê anîn. Di axaftinan de kirinên li ser HDP’ê û Kurdan û muxalîfan dan ber kirinên serdema Naziyan û hate gotin di serî de Elmanya, Ewropa pêşgiriyên hewce pêk neanîn. Di bernameyê de li ser navê NAV-DEM’ê belavokek bi Elmanî hate xwendin. Li Berlînê, sibe (Çarşem) saet 17.00’an li Koch Stryê wê meş û mîtîngek were lidarxistin.

Bi pêşengiya CÎK’ê jî roja Înê saet 11.30’an li ber Konsolosxaneya Tirkiyê wê nimêja sivîl were kirin.

Li Fransa û Swîsreyê çalakî

Li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP’ê li bajarên Marsîlya û Aîx-en-Provence yên Fransayê û li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyên bêîteatiya sivîl hatin lidarxistin.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, polîtîkayên qirkirinê û zordariya li HDP’ê tê kirin hatin şermezarkirin. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li Stasyona Trenê ya Lîestalê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên Swîsreyî di vê çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Es lebe Ocalan (Bijî Ocalan)’ û ‘Bijî HDP’ qîriyan. Li vê derê belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û hat ragihandin, faşîzma AKP/Qesrê bi konsepta şerê taybet radibe. Hat destnîşankirin, ku AKP dixwaze bi zext û girtinê nasname û baweriyên cuda bêdeng bike û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar hat kirin.

Kurdistaniyênl i bajarê Aîx-en-Provence yê li başûrê Fransayê li hev civiyan, operasyonên li dijî vîna gel şermezar kirin. Meclîsa Gel a Marîgnanê bi heman armancê saet di 19:30 de çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xist. Girseya gel bi qîrîna dirûşman lenet li faşîzmê anî.

Di çalakiyê de bang li demokratan hat kirin ku piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Li bajarê Marsîlyayê jî, ciwanan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. Ciwanên Kurd ên Marsîlyayê danê êvarê rêya li kolana Canabîerê li trafîkê girtin û belavok li derdorê belav kirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û ji dewletên Ewropayê jî hat xwestin, bibin xwedî helwestekê. 


 BERLÎN